Komîteya Çand û Hunerê yekem pêşangeha çandî bi sernavê “ji berhemên me ber bi vejandina kulturê ve” li dar xist.
Nûnerên Komîteya Çand û Hunerê ya Kobanê, ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundên wê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz Farûq El-Maşî, Hevserokê Meclîsa Rêveber Îbrahîm El-Qubtan, Cîgirên Melcîsa Qanûnsaz Emel Boz Dada û Qasim Remo jî di nav de bi dehan endamên saziyên bajarê Minbic û gundên wê re beşdarî vekirina pêşangehê de amade bûn.
Komîteyê di çarçoveya bernameyê de şanoya bi navê Temenê wê li dibistana Sînaî ya li ser riya Helebê şanoyek pêşkêş kir. Di şanoyê de jiyana hevbeş û hevkariya di navbera şêniyên herêmê de hate vegotin û bal hate kişandinî ser derketina holê ya komên çekdar.
Gelek cûre berhem
Berpirsên bernameyê got, armanca wan ji bernameyê ew e ku welatî ji reşwa şer dûr bikevin û ji bo jinûve avakirina Sûriyê her kes bi hev re di nava hevkariyê de be. Paşê pêşangeh ji aliyê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Minbicê Farûq El-Maşî ve hat vekirtin.
Di pêşangehê de berhemên kevin, resim, karê destan û alavên kevn ên malan, her wiha cilên gelêrî hatin pêşandan.
ANHA / MINBIC