Li Minbicê di dema meşa şermezarkirina gefên dewleta Tirk de teqînekê rû da. Li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Minbicê, gelê Minbicê li navçeya El-Heye daket qadan û bi meşekê xwest ku gefên dagirkeriyê şermezar bike.

Lê belê di dema meşê de teqînekê rû da. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneya bajarê Minbicê hatin wergirtin, ji ber teqînê welatiyek şehîd bûye, 22 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndar rakirine nexweşxaneya bajarê Minbicê.  Rewşa hin birîndaran jî giran in.

MINBIC