Li bajarê Minbicê bombeya deng û mayînek teqiya û di encama teqînê de zerarên madî çêbûn.
Doh li bajarê Minbicê li nêzî miraba Şaredariya Gel a bajêr bombeyeke deng, di heman demê de li kolana 30 a rojavayê bajêr jî mayînek ku li kolanê hatibû bicihkirin, dema ku erebeyeke sivîl derbas dibû, teqiyan. Nûçegihanên herêmê ragihand ku di encama herdû teqînan de tenê zerarên madî di erebeyekê de çêbû û tiştek bi kesî nehat.
MINBIC