Serokwezîr Erdogan, li rawestgeha yekemîn a gera xwe ya Rojhilatanavîn li Misirê tevli Foruma Hiqûqa Navnetewî ya ji aliyê Fakulteya Zanîstên Îktîsat û Siyasî ve hatiye li darxistin bû. Erdogan li vir di axaftina xwe de zor da Rêberê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad. Erdogan, got ku Esad sozên dane gelê Sûriyeyê bicih ne aniye û ev tişt gotin:  “Di serî de heta niha me bi her awayî pêşniyarên alîkarî dan. Me ji wî re her tim got  ku daxwazên gelê Sûriyeyê bi lez pêk bîne. Lê di rewşa heyî de tê dîtin ku her roj kesên sivîl tên kuştin û reformên pêwîst nayên kirin. Esad rast negot û gelê Sûriyeyê niha baweriyê bi wî nayîne. Baweriya min jî nemaye.”
Erdogan, di berdewamiya axaftina xwe got ku ew her wiha gelek girîngiyê didin perçenebûna axa Sûriyeyê. Ev gotinên Erdogan, wekî di dema guhertina rêveberiya Sûriyeyê de Tirkiyê wê nahêle kurd zêdetirê tiştan dest bixin, hat ravekirin. Dîsa gotina Erdogan, ya wekî “Ez jî bawer nakim” wekî mudaxaleya li hemberî Sûriyeyê nêz e hat şîrovekirin.

Di dema hilweşandinên rejîmîn Misir û Lîbyayê de jî Erdogan heman helwest dabû nîşandan û di encamê de li van welatan rêvberî hilweşiyan bûn.

QAHÎRE