Kurdên li Misrê Cejna Newrozê pîroz kirin. Bi sedan Kurdên li Misrê beşdarî şahiya pîrozbahiya cejna Newrozê bûn. Şahî li paytexta Misrê Qahîreyê bi beşdariya nûnerên partiên Kurdî yên siyasî û kesayetên navdar, hat lidarxistin. Di şahiyê de, bi navê partiyên siyasî cejna Newrozê li gelê Kurd hat pîrozkirin. Piştre jî peyama pîrozbahiyê ya sefaretxaneyên Iraqê û Misrê, hatin xwendin û cejna Newrozê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn hat pîrozkirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 



 QAHÎRE