Li seranserê paytexta Misrê Qahîreyê tedvîrên ewlekariyê ên berfireh hatin kirin. Ev tedvîr piştî ku daxuyaniya alîgir û dijberên serokdewletê Misrê Muhemed Mursî a ku banga xwepêşandanan li gel dike hate kirin.  Derdora Qesra serokomariyê bi bendan hate dorpêçkirin her wiha tankên artêşê j îli kolanên bajar digerin. Wekî tê zanîn beriya çend rojan Mursî ji artêşê xwestibû ku ewlekariyê bigire ser xwe û bi taybetî ji bo dema referandumê.

Piştî nerazîbûnên tund li dijî biryarên guhertina makeqanûnê kul i gorî muxalefetê desthilatdariya Mursî berfireh dike, Mursî neçar mabû ku hinekî gav paş de bavêje û hin guhertinên nû di wan biryaran de pêk bîne.
Lê wiha xuyaye ku ew guhertinên Mursî têra vemirandina nerazîbûnên muxalefetê nekirin.  Li gelek deveran di dema xwepêşandanên li dijî Mursî di navbera alîgir û dijberên Mursî de pevçûn derketin û di encama van pevçûnan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Niha jî piştî hinguhertinên ku muxalefet razî nekir dîsa muxalif li ser piyane û ji bo piştgiriya Mursî alîgirên partiya ‘Birayên Misilman’ j îli ser piyane.  Wiha xuya dike ku dê refrenduma Misrê bi hesanî derbas nebe û aloziya siyasî ya li vî welatî piştî çend mehên aramiyê dîsa vegere kaoseke siyasî. Dijberên Mursî xwe ji bo xwepêşandanên li dijî vê referandumê amade dikin û li gorî wan ev referandum li ser bingeha lihevkirineke siyasî nehatiye kirin. Li gorî muxalefetê ew destûra nû dê rê li ber desthilatdariyeke dîktator veke. Li gorî serokê partiya Kongreyê yê muxalif Omer Musa heke di encama vê referandumê de dengê erê derkeve dê ev yek welat ber bi kaosekê de bibe û tevliheviyeke mezin çêbibe ji berk u ew destûr ne li gorî lihevkirineke siyasî encam daye. Musa got destûreke wiha nikare gelê Misrê birêve bibe, her wiha bang li serokdewletê Misrê kir ku ew muxalefetê bibîne. Musa wiha bang li Mursî kir û got: Divê Mursî vê muxalefetê bibîne û fêm bike ku muxalefet nayê wateya xiyanetê. Her wiha bang li Mursî kir kul i gorî rêbazên demokratîk tevbigere.  Ji aliyekî din ve alîgirên Mursî ku piraniya wan ji partiyên İslamî pêk tên derbarê makeqanûna nû û referandumê de dibêjin ku tenê gel xwediyê gotina dawî ye û ew dê gotina xwe di referandumê de bêje û piştgiriya biryarên Muhemed Mursî bike.  

QAHÎRE