Ji 17 dibistanan tenê 7 mane
Li Kantona Kobanê piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana destanwarî, gel careke din jiyana xwe ji nûve ava dike. Yek ji meydanên ku ji bo xelkê girîng e, meydana perwerdeyê ye. Li Kantona Kobanê 7 dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî heye. Beriya şer li Kobanê 17 dibistan hebûne ku piraniya wan hatine xirakirin. Herwiha Kobanê xwedî Peymangeh e jî û ji bo zarokên piçûk jî 2 baxçeyên zarokan hene. Di nava van dibistanan de dibistanên ji bo zarokên Ereb jî hene û zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin.
Li Kobanê16 hezar xwendekar
Li gorî saziya perwerdehiya Kobanê 16 hezar zarok niha li Kobanê û derdora wê îsal diçin dibistanê û bi zimanê xwe perwerde dibin. Herwiha 700 mamoste jî li tevahiya Kantonê li ser kar in. Li aliyê din, akademiya perwerdeya mamosteyan jî heye ji bo ku mamoste bikarin baş perwerde bibin û werin amade kirin.
Em li Kobanê çûne dibistana Miştenûr. Dibistana Miştenûr dibistana Seretayî, Navîn û Amadeyî ye ku li gorî seatên cuda zarok têne refa xwe. Dibistan ji ber şer hinekî texrîb bûye lê ji bo sala nû careke din hatiye sererastkirin. Dîwarê wê hatiye rengkirin û li ser dîwarê salonê hatiye nivîsandin ku ‘Zimanê me nasnameya me ye’, herwiha tîpên Kurdî bi rêngên cuda hatine xemilandin. Zarokên Kobanê bi coş û heyecaneke mezin diçin nav refên xwe. Bi dîtina kameraya me coşa wan zêdetir dibû û dixwestin ew jî di koşeyeke kameraya me de bêne dîtin.
‘Zarok ji min fam dikin’
Mamosteyê refa yekemîn Zeyneb Ehmed ku dersa bîrkarî, wêne û mûzîkê dide zarokan diyar kir ku li gel ku sala yekê ev dibistan hatiye vekirin lê pir baş e û got: “Ya herî baş ew e ku zarok ji min fêm dikin ji ber ku zimanê wan ê dayikê ye. Berê ez mamoste bûm lê ji bo zimanê Kurdî me perwerdeya zimanê Kurdî di akademiyan de dît û paşê em derbasî dibistanan bûn.”
Mamosta Zeyneb Ehmed bal kişand ser zêdebûna elaqeya zarokan ji dibistan û zimanê Kurdî re û got: “Hêdî hêdî kesên ku di dema şer de koçber bûbûn ji Bakur û Başûr tên û zarok dest bi dibistanê dikin.”
Li ser pirsa ka zarok herî zêde ji kîjan waneyan hez dikin jî Zeyneb Ehmed diyar kir ku zarok herî zêde ji zimanê Kurdî û wêneyan hez dikin û got: “Zarok pirr dixwazin wêneyên rastiyan bigirin. Wek mînak, wêneyên kilêş û çekan digirin, lê ez wan fêrî wêneyên gul, dar, xanî û tiştên wisa jî dikim.”
Di bersiva pirsa me de ka pirsgirêkên dibistanê çi ne û pêwîstiya wan bi çi heye jî Ehmed dazanîn: “Ji me re mazot, av û gelek pêwîstiyên sereke yên dibistanê bi taybet pêwîstiyên zivistanê hatine. Rewşa dibistanê û şertên me niha baş in.
Zarokên dibistana seretayî herwiha wane, stran û helbestên Kurdî yên ku mamoste ew fêr kiribûn, ji me re xwendin.
GELAWÊJ EWRÎN / ROJNEWS/KOBANÊ