Mizgefta Ehmedê Xanî ya ser bi Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê mizgeftê Yadîn Atabey ve hat kirin. Piştre dîwan hat hilbijartin û Mele Evdille dest bi xwendina Quranê kir. Di encama hilbijartinê de jî di nava Desteya Rêveber a ji 15 kesan de 7 jinan cih girtin. Yadîn Atabey û Semra Temel jî ji bo hevserokatiya mizgeftê hatin hilbijartin.


Li Freîbûrgê kongreya mizgeftê 

Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî ya li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, 2. Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongreya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Freîbûrgê ji bo bîranîna têkoşerên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd ketine bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî nirxandina raporan, endamên desteya nû ya rêveberiyê hatin diyarkirin. 6 jê jin 16 kes ji bo desteyê hatin hilbijartin, ji bo serokatiya desteya rêveberiyê jî H. Abdulkadîr Bayrî hate hilbijartin.


 WÛPPERTAL/FREÎBURG