Roj di dewama axaftina xwe got ku li di roja me de li Bakurê Kurdistanê AKP pêşengiya komployê hilgirtiye ser milê xwe û dixwaze Kurdan biqedîne. Roj axaftina xwe wiha domand: „Di 17 salên ku derbas bûn de Rêbertiya me bi paradîgmaya xwe ya nû pêş xist, tevî şert û mercên tcrîdê yên li Girava Îmrali jî bi helwesta aştiyê ya wergirt komplo vala derxist.”
Destketiyên gelê Kurd ên hem li herêmê û hem jî di asta navneteweyî de wergirt nîşan dide ku komplo vala hatiye derxistin. AKP’a ku ev dît dixwaze Rêbertiya me bi tecrîda girankirî ceza bike. Em wek gelê Kurd li her qadê em ê vê nêzîkatiya faşîst a AKP’ê û hêzên rojavayî yên piştgiriya wê dikin bi tundî şermezar bikin.
AKP ji ber nikare Kurdan teslîm bigire bi hemû hêza xwe êrîş dike. Êdî ne AKP ne jî hêzeke din nikare Kurdan teslîm bigire. Em jî wek gelê Kurd me ji bo sê rojan greva birçîbûnê da destpêkirin û roja Yekşemê jî li navenda bajêr ji bo şermezarkirina terora AKP’ê mîtînga me heye. Em bang li tevayî Kurdistanî û dostên wan ên li Moskovayê dikin ku tevlî mîtînga me bibin. Em li Moskova helwesta AKP û Erdogan bi hev re protesto bikin.”
ÊRÎŞ QOSER
ANF/MOSKOVA