Li paytexta Federasyona Rûsyayê, Moskovê ji bo salvegera 33’an 15’ê Tebaxê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li Hêwana Çandê ya Lunaçarskî dest pê kir. Bernameyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Siyasetvanê Kurd, Adil Cotkar di bernameyê de axivî û got, pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan raperîna li dijî koledariyê ye. Cotkar got, “Bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) 15’ê Tebaxa 1984’an li dijî eskerên dagirkeriya Tirk guleya ku diçe azadiyê hate teqandin. Îro bi milyonan Kurd û dostên wan li deverên cihê vê rojê bi rengê cejnekê pîroz dikin. Di salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê de Kurd ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne.’’
Piştre li ser navê Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê Lîyana Simoyan axivî û got, “15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de xwedî girîngiyeke mezin e. Ev mîrateya ku wan ev nirxên mezin ji me re hiştine, divê em bi rûmet û şerefê lê xwedî derkevin û mezin bikin. Kurdên ku li çar aliyên dinyayê jiyane, divê xwedî li vê rojê derbikevin.’’
Nûnerên saziyên Kurd li ser girîngî û wateya rojê axivîn. Wêneyên gerîlayan yên ku ji roja pêşî ya ku rahiştine çekê û heta niha bi pêşangehekê hate nîşandan û elaqeyeke mezin dät. Unîformayên gerîla, çaydanê reş û aksesuwarên ku gerîla di jiyana rojane de bi kar tînin watezek dane pêşagagehê.
Bername bi tevlîbûna hunermendên xwecih, Sîpan Xelat, Rozerîn Dogan, Diyar Gazanov, Mîlazimê Îsko, Roj Azad dewam kir.
ANF/MOSKOV