Nûnerên saziyên Kurd ên li Rûsyayê ji Rûsyayê xwestin ku li pêşberî zext û zordariya li girtîgehên li Tirkiyeyê bêdeng nemîne.
Nûnerên Saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê, der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Navenda Çanda Kurd a li Moskovê hat dayîn û di serî de Rûsya bang li hêzên navneteweyî hate kirin.
Li ser navê saziyan Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskovê-Viyan Tara Qadir peyivî û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên hikûmeta Tirk li girtîgehan, bi tundî şermezar kir.
Qadir işaret bi tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Dewleta Tirk di şexsê Ocalan de dixwaze civakekê dîl bigire. Lewma divê Kurd hemû, têkoşîna xwe ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan mezin bikin. Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Di serî de Rûsya, lazim e hemû hêzên navneteweyî guh bidin grevên birçîbûnê ku 62 roj in dewam dikin.”
Piştî daxuyaniyê, girseya gel dirûşmên “Bijî berxwedana zidanan” û “Berxwedan jiyan e” gotin.
ANF / MOSKOV