Li paytexta Rûsyayê Moskovê sê jinên Kurd ên şoreşger Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) hatin bibîranîn.

Di bibîranîna li Moskovê de Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskovê, Tera Qadir got, Sara yek ji damezirînerên PKK’ê ye û jiyana wê hemû têkoşîn bûye. Qadir got, “Fîdan Dogan jî di nav xebatên dîplomasiyê de bû û gelekî hewl dida. Leyla Şaylemez jî di nav xebatên ciwanan de cih digirt û bi awayekî çalak tevlî nav xebatan dibû.”

Qadir bal bire ser vê yekê ku jinên Kurd di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de her dem di bereya pêş de şer kirine û îro jî li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna Sara, rojbîn û Ronahiyan didome.

 

MOSKOV