Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê jî pêşnûme qanûna ku destavêtinê rewa dike, ji aliyê ciwanan ve hat şermezarkirin.
Li herêma Mullheîm çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li meydana Berlînerplatzê pêk hat. Di mîtîngê de lenet li qirkirina siyasî hat anîn.
Di dema çalakiyê de belavok hatin belavkirin û li ser operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên din ên HDP’yî û siyasetmedarên Kurd agahî hate dayîn.
Li ser navê partiya MLPD a Elman axaftin li vir hat kirin û ji hikûmeta Elman hat xwestin, li pêşberî polîtîkayên êrîşkariyê yên hikûmeta Tirk bêdeng nemîne û zextê li hikûmeta Tirk bike.
Pêşnûme qanûna AKP’ê ku dixwaze zewaca zarokan bi tecawizkaran re rewa bike, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê hat şermezarkirin. Komek ji jinên ciwan li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê li hev civiya û zîhniyeta AKP’ê ya ku destavêtinê rewa dike, şermezar kir. Ciwanan li pêş avahiya konsolosxaneyê pankarta bi nivîsa “Em hêrsa Ozgecan Aslan in, em edaleta Nevîn Yildirim in” vekirin.
MULLHEIM / ZURICH