Li Mûmbayê di Mezata AstaGuru de merşeke Bicarê ya Rojhilatê Kurdistanê jî tê firotin ku weke yek ji berhemên herî bi qîmet ê mezatê tê qebûlkirin. Lê belê zanîna çêkirina vê merşê ji ber ku ji dest hatiye dayîn, îro mirov nikare wê bi heman rengî çêke.
Berr û merşên Kurdistanê yên ji hiriyê li dinyayê îroroj jî bi kalîteya hirî, reng, motîf û hunerê xwe tên ecibandin û hema hema tevahiya firoşgehên xalî, mehfûr, merş û berran ên Îranî berhemên ji Kurdistanê bi navê Kurdistanê difiroşin. Yek ji merşên ji hiriyê yên herî navdar jî yên Bicarê ne. Ev nimûneya hanê, ji destpêka sedsala 20´an maye û nûnereke baş a hunerê devera xwe ye. Niha ew bi Mezata AstaGuru tê firotinê. Magnus Svennson vê mezatê li bajarê Hindistanê Mûmbayê organîze dike. Ji bilî berhemên ji Bicarê, yên Qûm û Tebrîzê jî tên firotanê, lê organîzator ji kesî xef nakin ku berhemên ji Kurdistanê yanî yên ji Bicarê yên wan ên herî bi qedr û qîmet in.
Ev merşa em di wêne de dibînin yan li nava bajêr yan jî li gundekî nêzî Bicarê li ser tevnekê di destpêka sedsala 20´an de hatiye çêkirin. Ev bajarê hanê li Ostanê Kurdistanê ye li rojhilatê Kurdistanê û qederê 80 kîlometroyan li bakurrojhilatê Sine ye. Organîzatorê mezatê Magnus Svennson dibêje, hiriya wê ji miyên li zozanên li quntara çiyayê zagrosê çêriyayî hatiye çêkirin û di warê kalîteya hiriyê de ya jê çêtir nîne, bi gotinên wî “Ev şewq û qedefîwarîbûn ji vê hiriyê tê”.
Me zanîna wê ji dest daye
Ew agahiyên li ser merşa Bicarê, helbet weke kesekî dixwaze bihayê wê zêde bike, wiha dide: “Gava ku em boyaxên organîk ên ji bo rengandina wê jî li ber çavan digirin, hingê ev merşa hanê bi her aliyê xwe bedewiyeke bêqisûr e.”
Lê belê, bi gotinên wî dîsa “bi sed heyf û mixabinê” zanîna danîna tevnê û hûnandina li ser wê tevnê niha li Bicarê nemaye. Yanî ew heyfa xwe bi wê yekê tîne, bi vî rengî êdî wê ev merş nikaribin bên çêkirin. Ev nîşan dide ka çiqasî muhim e ku rêûresmên hilberînê bi rêya rêbazên muhafezekirina zanînê û veguheztina wê zanînê bên parastin.
Dîzayneke bêguneh
Li ser rengan ew ji vê merşê re ya rastî êdî dide şabaşan: “Û hûn bi awayekî zelal dikarin li nava wî xumşînê kûretarî binihêrin, ji rengan hemûyan heta bi rengê soringê û keskê giyayî, hemû bi hev re dîzayneke safik û bêguneh nîşan didin, tevî desenê heywanên safik ên li serê.”
Li ser merşê em xezalekê dibînin û sewaleke din a ku em ji hev dernaxin ka çi ye û Magnus Svennson çêl li van desenan dike. Heyraniya xwe ya ji bo van desenan ew wiha terîf dike: “Hûn dikarin zimanê wê bibînin, li nava çavê wê binihêrin. Ev tiştekî welê ye ku di hilberîna modern de êdî nîne.”
Ev beşa çanda Kurdî, bi dîroka xwe ya bêhtirî sedsalan, beşa dîroka çanda Kurdî, li mezatan tê firotin, xelk pesnê wê dide û miştiriyên wê ji niha ve ji kîsê xwe pereyên xwe derdixin da ku pê bidin. Lê em bi heyret û xembarî fêr dibin ku me zanîneke din, bîreke din ji dest daye ku careke din li me venegere. Ev berhema ji Kurdistanê, êdî bi rengê ku carekê hatibû hilberandin û hostetiya tecrûbeyan sedan salan, wê neyê hilberandin.
MÛMBAY