Di çalakiyan de ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, daxwaza edaletê hat kirin.
Li bajarê Elmanya Munchenê, çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakiya bi dirûşmeya "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat. Li paytexta Belçîka Brukselê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan ve hat organîzekirin. Di mîtîngê de dirûşmên "Fransa kujeran bibîne", "Li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne" hatin qîrîn.
Li bajarê Swîsre Baselê jî jın li Claraplatz a Baselê kom bûn û belavokên li ser komkujiya Parîsê belav kirin.
BRUKSEL