Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Munchenê çalakî organîze kir. Li ser navê saziyê Şerafettîn Akbîngol peyivî û got, li hemberî her şêwe zext û zordariya AKP'ê, gelê Kurd bi rêjeyeke gelekî bilind wê bi ser bikeve. Akbîngol bang li her kesî kir ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengê xwe bi kar bînin.

Paşê parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Togrûl axivî û îşaret bi girîgiya bikaranîna dengan û xwedîderketina li sindoqan li Ewropayê û got, "Ji ber ku dengên ji derveyî welat tên, tevkariyeke girîng li encamên li Tirkiyeyê dikin. Bi dengên ji vê derê hatî me parlamenterî bi dest xistin."

Togrûl anî ziman ku AKP û hikûmeta Erdogan nekarîne xwe li serketina berxwedana Rojava û hebûna Kurdan a li wir ragirin û got, "Di desthilatdariya 13 salan a AKP'ê de li Tirkiyeyê civak li hemberî hev hatiye sorkirin û bi dijberkirina gelan AKP'ê hewl daye xwe xwedî bike. Bi projeya HDP'ê, em berevajî vê yekê, jiyaneke aştiyane ya gelan pêşniyaz dikin." 


 MUNCHEN




Yildirim ji Kurdên Elmanya deng xwestin


Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna gel hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî tevlî civînê bû. Yildirim bal kişand ser konsepta şer a AKP’ê û diyar kir tevî komkujiyan jî gel berxwedanê bi pêş dixe û dorpêçan dişkîne.

Yildirim di dewama axaftina xwe de got, "1’ê Mijdarê wê çavekî Kurdistaniyan li Ewropayê jî be” û xwest her kes dengê xwe bi kar bîne û destekê bide HDP´ê. 


 STUTTGART