Pira Mirad a dîrokî bi hatina demsala havînê re li rastî eleqeyeke mezin tê . Mîna her sal îsal jî pira geştiyar berê xwe didin Pira ku xwedî 12 çavan e. Pira Mirad a ku di sala 1871’de hatiye avakirin bi zindîbûna xwe eleqeyeke mezin dibîne. Şetê li bin pirê diherike jî xweşikbûneke ciyawaz dide pirê. Mîna her sal îsal jî ji jinan bigire heta ciwanan herkes eleqeyeke mezin dide pirê. Gelê heremê diyar dike ew bi hebûna pirê pirr kêfxweş in û dibêjin ku divê her berhemeke dîrokî bê parastin.

JINNEWS/MÛŞ