
Li gor agahiyên Ragihandina Operasyona Iraqê, artêşa Iraqê gundê Elî Reş li başûrrojhilatê Mûsilê kontrol kir. Li gorî heman çavkaniyê gundê Elî Reş bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin.
Li aliyê din, hêzên Pêşmerge li herêma Başîka du gundên din jî ji çeteyan paqij kirin.
Pêr jî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bersiv da nûçeyên derbarê rawestandina operasyona Mûsilê de û got: “Operasyon dewam dike. Heta ku parêzgeha Nînova bi tememî ji çeteyan were rizgarkirin wê operasyon wê dewam bike.”
Pêr hêzên Heşd El Şeebî jî li rojavayê Mûsilê dest bi operasonê kir. Heşd El Şeebî ragihand ku armanca wê Tel Efer e. Li ser vê yekê dewleta Tirk gef xwaribûn ku ew ê dest werde operasyonê.
HEWLÊR