Li paytexta Kenyayê Nairobiyê di çarçoveya Kampanyaya Azadî ji bo Ocalan de, çro Koma Xebatê ya Navenda Edaleta Civakî tevî Lîga Navneteweyî ya Têkoşîna Glan çalakiyekê li pêşiya nûneriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar dixe. Beriya niha ji bo kampanyayê îmze hatibûn berhevkirin, û ev îmze jî wê îro di dema xwepêşandana ji 10´an ta 12´an de bên radestkirinî rayedarên NY´yê û yên hikûmeta Kenyayê. Çalakgeran got, Kenya weke destê dûr ê împeryalîzmê tevgeriyaye û di komployê de cihê xwe girtiye û li cihê komplo lê bi gewdebûyî de ew dixwazin piştgiriya gelan bi gelê Kurd re bidin nîşan.

 

NAÎROBÎ