Wezîra Bergiriyê ya Federal a Elmanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer piştî êrişa dagirker a dewleta Tirk pêşniyaza herêmeke parastinê kiribû, ji bo ku pêşî li êrişên Tirkiyeyê bê girtin. Wê eşkere gotibû Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike û divê ji erdên Sûrî vekişe.

Di civîna doh a li Brukselê ya wezîrên bergiriyê yên NATO´yê de Annegret Kramp-Karrenbauer karê kulîsan jî gelekî meşand. Ew bi hevpîşeyê xwe yê Ingilîz Hon Ben Wallace, hevpîşeyê xwe yê Emerîkî Mark Esper û hevpîşeyê xwe yê Îtalî Guerini Lorenzo re peyivî.

Wê got bi hav hevdîtinan wê xwestiye pozîsyona xwe ya herêmeke ewle ya bi hêza Ewrûpî di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de rave bike. Li ser encamên hev dîtinên xwe wê agahî nedan.

 

BRUKSEL