Li nav mizgeftê hunerê jinê
Hunermenda Kurd Şare Baban, bi hizra ku mizgeft mekanên civakî ne, biryar da ku hunerê xwe li mizgefteke Hewlêrê pêşkêş bike û dibêje, “Heger mizgeft cihekî civakî be û di heman demê de cihê îbadetê be, çawa dibe hunerî red bike?”
Cara ewil li Iraqê û Başûrê Kurdistanê hunermendeke jin a Kurd pêşangeheke hunerî li nav mizgeftê li dar xist. Hunermenda Kurd, Şare Baban ji bo vê yekê dibêje: “Ger mizgeft cihekî civakî be, çima nebe cihê hunerî jî?”
Li gorî nûçeya Osman Başqali ku nûçegihanê Sputnîk Kurdistan e, cara ewil jineke li Hewlêrê li mizgetekê bi projeyekê tabloyên xwe nîşanê xelkê da.
Ev tabloyên hunerî, şêwekarî û fotografî ji aliyê jineke Kurd a bi navê Şare Baban, ku ji xelkê Silêmaniyê, li nav Mizgefta Altûn a li bajarê Hewlêrê û bi beşdarbûna hinek meleyên olî hatin nîşandan.
Xewna min pêk hat
Hunermenda jin Şare Baban derbarê pêşangeha xwe ya li nav mizgeftê de axivî û got, “Beriya 5 salan ez li ser vê projeyê fikirîm, da ku karekî hunerî li nav mizgeftekê nîşan bidim. Lê gelek caran rê li ber vê fikra min hat girtin û dijayetiya vê fikra min hat kirin. Dîsa jî ez her tim berdewam bûm li ser fikra xwe û min got, ‘Heger mizgeft cihekî civakî be û di heman demê de cihê îbadetê be, çawa dibe hunerî red bike?’ Ji ber ku dîn ji bo min û zilamekî wekî hev hatiye şandin. Lê ez îro gelekî kêfxweş im ku xewna min pêk hat û min projeya xwe ya hunerî li nav mizgeftê nîşan da.”
Huner ji xweşikahî û bedewiya xwezayê ye
Baban anî ziman ku wê navê projeya xwe wekî ‘Rehên Şîn’ daniye û derbarê vê yekê de wiha dipeyive:”Mebesta min jê ew e ku ev viyana jiyan û jinê ye, rehên aştî, sirûşt, xweza û pêkvejiyanê. Armanca sereke ya vê projeya hunerî ya ji bo nav mizgeftê jî ew bû ku tirsa li nav xelkê bişkînim û nîşan bidim ku huner jî ji xweşikahî û bedewiya xwezayê ye, ku Xwedê daye me. Her wisa gelekî spasiya berpirsên Ewqafê dikim ku ji bo bicihanîna projeya min alîkariya min kir.”
Dixwaze li Dihokê jî çêke
Şare Baban bi bîr xist ku karekî bi vî rengî li hemû welatên Erebî nehatiye bihîstin ku jinek karibe hunerê xwe li nav mizgeftê nîşan bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez hêvî dikim ku ji ber vê gava me çand, mizgeft, bedewî û ciwaniya jiyanê wê bibin tevkarên hev du.”
Hunermenda Kurd anî ziman ku dixwaze karekî wisa di rojên pêş de li nav mizgefteke Dihokê jî bike. NAVENDA NÛÇEYAN