Dema behsa faşîzma Hîtler tê kirin, berê her tiştî bajarê Ausschwitz ê li Polonyayê (bi polonî Oswiecîm) tê bîra mirovan. Taybetiya vê cihê ev e: Ev der hem cihê kampeke civandina giştî bû û hem jî cihê hêdî hêdî kuştinê bû. Dîsa kesên dikanîbûn di kanên kevir û madenan de bixebitin jî ji vê kampê dibirin. Carinan bi zikê birçî hetanî mirinê dixebitandin, carinan jî parçeyek nan didan girtiyan. Girtî ji % 90 cihû bûn.
Em bibêjin bi şansbûyîna cihûyan, yan jî Xwedê li rûyê cihûya keniyabû çi! Di wê demê de ti cihûyê bi aşîkarî di xizmeta faşîzma Hîtler de bû, ti partiyê bi navê cihûyan, yan jî bi navê CIHÛWAR jî nebû ku hêviya; “wê Hîtler tenê cihûyên xirab û yên yekitiya cihû û almanan dixwazin bikujin, cihûyên serxwebûna Cihûistanê dixwazin jî li jiyanê bihêlin û bi Cihûistanekê xelat bikin,” di nava Cihûyan de belav bikin û wan di nava helwesteke bêdeng de têkin piştgirên Hîtler. Cihûyên Fransayê jî li Elsasê xwediyê otonomiyê nebûn ku çend mehan carekê biçin serdana Berlînê, bi libakirina ala Cihûyan hêviyê bidin partiyên CIHÛWAR. Lema bêbextiya di nava Cihûyan de kêm bû û di bin navê CIHÛWARÎ de xiyanet şîrîn wek tişteke normal nîşan nedidan.
Li Ausschwitzê bi hezaran Cihû hatin kuştin îro ew dever wek muzeyeke vekirî ya xwînxwariya faşîzma Hîtler li bala raya giştî vekiriye. Her sal bi mîlyonan mirov diçin serdana wê muzeya xwînxwariya faşîzma Hîtler.
Mirovahiyê hêvî dikir ku ew Ausschwitz di dîroka mirovahiyê de bibe xwînxwarî û wehşeta dawî, lê tiştek hat jibîrkirin ku Hîtler kujêriya Ermenî-Suryanîyan ya bi destê giyana faşîzma tirk Enver û Talat paşayan mînak girtibû. Lewre hesab ji giyana faşîzma Îslamiya Tirk nehatibû xwastin û ev faşîzm nehatibû darezandin û cezakirin, heta paşmayiyên wan bi destê Ingilîz û Fransizan li Lozanê bi Tirkiyeke nû hatibûn xelatkirin.
Ew giyana faşîzma Tirk ku ji wê xwînxwariya dîroka xwe wêrekî wergirtî, îro di kesayetiya serkariya RTE / AKP´ê de li ser kar e. Li aliyê din; ev serkariya qirêjiya dîrokê ne wekî Almanan dewleteke emperyalîst e ku bi Ingilîz û fransizan re di nava rekabetê de be, ne jî erdê Rûsyayê dagir kiriye. Tenê weletak e ku hin dewlet dixwazin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lema jî bi giranî ji vê faşîzma nijadperestiya herî hov û kirinên wê yên ji wehşetê jî derbasbûyî re çav digirin. Tenê carinan ji bo berjewendiyên xwe hevsarê vê cinawirê di pêvajoya dawiya harbûnê de ye, dikişînin. Ev faşîzim ji aliyekê ve ji vê rewşê sûdê werdigire, li aliyê din jî ji her cûre cehşan, ji qaşo partiyên kurdewar û têkiliyên bi rêvebiriya Başûr re sûdê werdigirin û metodên faşîzma Hîtler bi şêweyê xinizane dixin qada jiyanê.
Herî dawî bi awayekî fermî girtîgeha qaşo serî-vekirî ya li navenda Kayapinara Amedê ku fabrîqeya tekelê ya berê ye, guhezandine kampeke wek Ausschwîtzê. Gardiyanên wir wek celatên Hîtler yên li Ausschwitzê mirovan dibin; bê pere û di nava hoyên gelek giran de bi kotekî didin xebitandin, tu pêdiviyên wanên mirovî, mîna av, şûştin û û pêknaynin. Wek Ausschwîtzê di her qawişekê de 120 - 130 mirovî didin girtin, xwarin ji gevola kûçikan jî xirabtir e. Derfetên paqijiyê wek xweşûştinê hîç nîne. Gardiyanên wir wek Gestapoya Hîtler derheqê girtiyan de raporan amade dikin. Pirs pirsîn wekî xwekuştinê ye. Li aliyê din bi lêdan, dijûn, henekê xwe bi mirovan kirin, piçûkxistina wan, hewl didin ku di warê psîkolojiyê de jî kesayetiya wan bişikênin, heta wan teşvîqî xwekuştinê bikin.
Ev girtîgeh tenê bi serê xwe dide ravakirin ku hemû girtîgeh ji zîndanên Amedê yên salên heştêyî xirabtir bûne, mirov di bin geflêxwarina kuştinê de ne. Ango Hemû girtîgeh guhestine qampên Naziyan. Lê mixabin ku cihan bê deng e. Cehştî bûye huner. Teoriya xiyanetê wek rûmeteke nîşandayînê tê afirandin.
Divê hemû rewşenbîr, sîyasetmedar vê rewşa li Amedê ku wek Ausschwîtza li Kurdistanê ye, bi cihanê bide nasîn û bala cihanê bikişîne ser girtîgehên din jî. Faşîzma îslamîst ne tenê siyasetmedar, mirovên ji rêzê jî digire, hewl dide ku di girtîgehan de bi kesayetiya mirovan bilîze. Divê ev rastî bê dîtin. Bimire faşîzma îslamîst û hemû derdorên bi çî boneyî dibe bila bibe, bêdeng in!