Di teqîna yekem ya sala 2017’an a bajarê Necefê ê li başûrê Bexdayê de 8 kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn. 

Êrîş doh serê sibê li taxa Qadisiye ya navenda bajarê Necefê bi wesayîteke bombebarkirî pêk hat. Di encama teqînê de 8 kes hatin kuştin. Ji van kuştiyan 5 polîs bûn û ji bilî wan 17 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî bûyerê polîsê bajarê Necefê got; “Serê vê sibê (doh serê sibê) çend terorîstan êrîşî cihê parastina taxa Qadiseyê kir ku li başûrê Bexdayê ye. Terorîstan dixwest bikevin nava bajarê Necefê û bi wesayîteke bombebarkirî êrîş kirin. Ji aliyê polîsan ve gule li wan hat reşandin û di encamê de wesayîta bombebarkirî teqandin. Niha jî rewşa bajêr hatiye kontolkirin.” 


 NECEF