Li Kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê yên Rojava pîrozbahiyên Newrozê yên bi şîarên “Ji Rojavaya Azad ber bi Suriyeyeke federal û demokratîk ve”, “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e”, “Berxwedana we rûmeta me ye” dest pê kir. Rojavayiyên li meydanên Newrozê li axa xwe ya azad rengên erd û ezman kirin rengên Newrozê. 

Li Kantona Kobanê, Newroza par li ser girê Miştenûrê dihat pîrozkirin, îsal jî bi şîara “Bi Rojavaya azad ber bi Sûriyeya Federal a Demokratîk ve” hat pîrozkirin. Serê sibehê zarok, ciwan, jin, kal, pîr, her kesî berê xwe da Girê Miştenûrê û bi cil û bergên xwe yên neteweyî, gir xemilandin. Hêzên YPG/YPJ û Asayişê li dora Girê Miştenûrê ji bo ewlehiyê li nuqteyên cuda cihên xwe girtin. 


Bi stranan YPS’ê silav kirin 

Hunermendên Navenda Çandê ya Baqî Xudo ya ji bo YPS û YPS-Jinê hatibû nivîsandin (Dengê Çekê YPS’ê ji Sûrê pir xweş tê) berxwedana gelê Bakur hat silavkirin. 

Piştre li ser navê Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan peyaman hatin xwendin û bi stranên Koma Zarokan a Şehîd Arîn bi coşeke mezin dewam kir. 


´Ez îro li bajarê Arîn Mîrkan im´

Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm jî di pîrozbahiya Newrozê ya Kobanê de axivî û diyar kir ku sîstema Federal rêya yekane ya çareseriya aloziyan e. Selûm di destpêka axaftina xwe de cejna Newrozê li tevahiya gelên Rojava pîroz kir û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Selûm di berdewamiya axaftina xwe de hêzên parastinê jî silav kirin û got: “Ez hêzên me yên YPG/YPJ’ê, Asayîş û QSD’ê yên qehreman silav dikim û bejna xwe li hember berxwedana wan ditewînim. Ez vê cejnê li birayên me yên Kurd yên li tevahiya cîhanê pîroz dikim.”

Selûm got: “Ez îro li bajarê Umer El-Muxtar im ku mala xwe vekir û şoreşgerên azadiyê pêşwazî kirin. Ez îro li Kobanê ya berxwedêr û leheng im. Li Kobanê ya ku çîrûska azadiyê lê pêket. Ez îro li bajarê Têkoşer Osman Dadalî yê ku di bin êşkenceya rejîmê de jiyana xwe ji dest dayî me. Ez îro li bajarê Arîn Mîrkan im ku fikrê hêzên tarî hejand. Ez mêvanê we Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û Asûriyan im. Ez niha li ser navê Federaliyê li vir im. Ez  hatim ku hemû malbatên şehîdan  silav bikim ku zarokên xwe ji bo azadiya Rojava û Sûriyê, Federaliya Demokratîk dane.”


Fedaralî li Ocalan pîroz kirin 

Piştî axaftina Mensûr Selûm endama rêveberiya Kongreya Star, Sara Xelîl peyivî, Newroza şervanên azadiyê û giyanê cangoriyên azadiyê pîroz kir û  berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir.

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kobanê Ayîşe Efendî û Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim Newroza hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkes, Tirkmen û Ermenî hatine paytexta berxwedanê da ku federaliyê pîroz kir. Her weha îlankirina federaliyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. 



Efrîn bi Newrozê xemilî

Şêniyên bajarê Efrînê û 7 navçeyên wê Şera, Şiyê, Raco, Cindrêsê, Mabeta, Şêrawa û Bilbilê  ji bo ku beşdarî şahiya navendî ya Cejna Newrozê bin, ber bi qada Newrozê ya li gundê Avraz yê navçeya Mabeta ve herikîn.

Welatiyên ku berê xwe dan qadê cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirine û wêneyên têkoşeran, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê û TEV-DEM’ê higirtibûn.

Dika ku dê şahî lê hat lidarxistin, bi alên kesk û sor û zer hatiye xemilandin. Li ser sehnê pankarteke mezin ku li ser hatiye nivîsandin diruşma “Rojava Azad û Sûriyeyaa Federal a Demokratîk” û wêneyên têkoşeran û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hatine daliqandin.

Li girên li derdora sehneya şahiyê jî posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Arîn Mîrkan û alên YPG/YPJ’ê û wêneyên têkoşerên Cebhet El-Ekrad jî hatine daliqandin.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Efrînê Hêvî Mistefa, di cejnê de axivî. Mistefa di axaftina xwe de Newroza 2016’ê li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û got: “Bi rihê  berxwedana Bakur, em vê cejnê pêşwazî dikin. Em her sal Newrozê bi serkeftinên nû, pêşwazî dikin. Serkeftina îsal îlankirina sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê bû.


Li Cizîr 6 navend

Pîrozbahiyên li Kantona Cizîrê li 6 navendan hat lidarxistin. Ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê bi deh hezaran kes ji bo Cejna Newrozê ber bi qadên pîrozbahiyê ve herikîn. Welatiyan di şahiyê de cil û bergên Kurdî li xwe kirin.


´Ev proje ji bo Suriyeyê serbilindî ye´

Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Hediye Yusuf û Hevserokê Kantona Cizîrê Himêdî El-Hadî El-Deham di pîrozbahiyên Newroza Girkê Legê de, girîngiya federaliyê vegotin.

Di pîrozbahiya ku li gundê Heliq hat lidarxistin piştî rêzgirtin û pêxistina agirê Newrozê, Hevserokê Kantona Cizîrê Himêdî El-Hadî El-Deham axivî. Deham ev tişt anîn ziman: “Em cejna we pîroz dikin. Cejna Newrozê  cejna şehîdan e. Tu welatiyek Suriyeyê tune ye ku vê Cejnê pîroz nake. Di biratiyê de hêz heye. Em jî hêz in.”

Deham bal kişand ser sîstema federaliya demokratîk û wiha dom kir: “Ev proje ji bo Suriyeyê serbilindî ye. Em li hemberî nerazîbûnên hinek welatiyên Suriyeyê matmayî man. Divê hemû pêkhate xwedî li vê sîstemê derkeve.”

Piştre Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Hediye Yusuf axivî. Hediye Yusuf jî ev peyam da: “Newroz roja berxwedanî, azadî û rûmetê ye. Em vê cejnê li Rêberê mirovahiyê, YPG,YPJ’ê û QSD’ê pîroz dikin. Em bi navê sîstema federaliyê berxwedana Nisêbîn, Amed, Sur, Cizîr, Silopî û Geverê pîroz dikin.”

Li ser navê Kongreya Star jî Şehnaz Ebdo axivî Newroz li gelan pîroz kir. 


DIRBÊSIYÊ

Di şahiya pîrozbahiya Newrozê ya bajarê Dirbêsiyê de, Endamê Desteya Rêveber a TEV- DEM’ê Aldar Xelîl Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso axivîn.

Aldar Xelîl da zanîn kesên ku federaliyê qebûl nakin, yên ku Sûriyê anîne vê astê ne, rê vekirine li ber wê yekê ku bi hezaran kes werin qetilkirin, koçber bibin.

Aldar Xelîl berxwedana Bakurê Kurdistanê jî silav kir û git; “Bakurê Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, dewleta Tirk bi hemû şêwazan êrîşan li dijî gelê Kurd pêk tîne, şoreşa Bakûr bi berxwdaniya gel wê bi ser bikeve, Newroza îsal wê bibe Newroza rizgarkirina gelê Bakur.”


QAMIŞLO

Di pîrozbahiya li gundê Elî Firo de piştî pêxistina agirê Newrozê Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî.

Di pîrozbahiya Dêrikê de li Kampa Newrozê  tê lidarxistin, Endama Desteya Rêveber a TEV –DEM’ê Henîfe Hisên, Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Ewropayê Şengê Qehreman, Cîgirê Hevserokên Kantona Cizîrê Îbram Îshaq û Li ser navê Kongreya Star Gulistan Osman axivîn.

Her wiha di pîrozbahiyên li Amûdê, Tirbesipeyê de jî li ser navê MSD, TEV-DEM, PYD’ê axaftin hatin kirin û peyamên têkoşîna hevbeş a gelan hatin dayîn. Li van deran jî pîrozbahî bi muzîkê didomin. 


 ANHA




Gerîla û gel bi hev re bûn  


Li Başûrê Kurdistanê li Qendîl, Mexmûr û Germiyanê Newroz bi tevlîbûna gerîla û gel bi coş hat pêşwazîkirin. 

Li Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, pîrozbahiya Newrozê bi xwendina sirûda ‘Ey Reqîp’ destpê kir û Hevserokatiya KCK’ê peyamek ji bo Newroza Qendîlê şand, Newroz li tevayî gelê Başûrê Kurdistanê pîroz kir.   Hevserokatiya KCK’ê da zanîn ku ji bo çareseriyek demokratîk û mayînde li Başûr pêk were, divê gelê Başûrê Kurdistanê bi xwedî derketina li têkoşînê sala nû bike, sala serkeftinê. Di peyama KCK’ê de wiha hat gotin ; “Newroza gelê me yê Başûr, Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê  û hemû Gelê Kurd li her devera cîhanê pîroz dikîn. Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê bi tekoşîn û berxwedanê ji sala 2014’ê bi şêweyek serkeftî derbazî 2015’ê bû, Bakur û Başûrê Kurdistanê jî ew êrîş û krîza di sala borî de pere rû bi rû bûne, dikarin sala nû bikîn sala pêngav avêtina ji bo serkeftin û çareseriyê hemû krîzên hene.”

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser girên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) nîvê şevê agirê Newrozê dadan û li dora agir govend gerandin. Her wiha bi tîpên mezin nivîsa “Bijî Serok Apo” nivîsandin.


Li Germiyan jinan agirê Newrozê pêxist

Li qezaya Bawenûr ya ser bi Herêma Germiyan cara yekemîn jinan agirê Newrozê pêxistin.

Pêr êvarê li qezaya Bawenûr ya ser bi Herêma Germiyan 21 jinan agirê Newrozê pêxistin. Yek ji endamên komîteya amadekar a Newroza Bawenûr Saman Sofî ragihand ku ciwanên qezaya Bawenûr îsal xwestin Newrozê bi çanda Kurdewarî pîroz bikin.

Saman Sofî bal kişand ser pêxistina agirê Newrozê ji aliyê jinan ve û wiha peyivî: “Pêxistina agirê Newrozê ji aliyê jinan ve nêrîn û helwestek nû bû ku gelek jinên herêmê jî tevlî pîrozbahiya îsal bûn. Wek tiştekî nû me xwest ku îsal jin agirê Newrozê pêxin û jin meşaleya agirê Newrozê bigirin destê xwe.”

Li bajarê Kelarê ku navenda Herêma Germiyane şevê din li parka pişt Qaqymeqamtiyê agirê Newrozê hat pêxistin. Gelek xelk beşdar bûn û Newroz bi coş pîroz kirin.  


 ANF/QENDÎL