NY`yê ragihand ku keştiyek li Okyanusa Atlantîk nêzî Morîtanyayê noqî avê bû û 58 koçber tê de, xeniqîn.
Ajansa El-Hicra ya girêdayî NY`yê îro ragihand ku keştiyeke bi dehan koçber tê de bûn, li nêzî kendavên Morîtanyayê noqî avê bû. Di encama wê de 58 kes xeniqîn.
Ajansê da zanîn ku herî kêm 150 kes di keştiyê de hebûne. Der barê noqbûna keçtiyê de agahiyeke temam bi dest neket.
NAVENDA NÛÇEYAN