Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî, ti gef li Turkiyê nexwarine û ew tehdît nekiriye. Ji destpêka Şoreşê ve, dewleta Tirk dijminatiya vê rêveberiyê dike. Hemû hêzên li dijî gelê Kurd destek kirin û berdan pêsîra gelê Rojava.

Dewleta Tirk ev demeke dirêj e ji bo êrişeke berfireh a li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî amadekariyan dike. Ji bo pêkanîna mekanîzmeya ewlehiya sînor niqaş dihatin kirin. Emerîkayê doh hêzên xwe ji ser sînor vekişandin û ev mijar careke din bû rojev. Konseya Rêveber a KNK’ê der barê vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî ji ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûrî û gefa dewleta Tirk a ji bo êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, bi vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî ji ser sînorê Rojava dibe ku di demeke kurt de dewleta Tirk dest bi êrişê bike.

Çete berdan pêsîra gelê Rojava

KNK’ê ragihand, ku heta niha ji herêmê ti êriş li ser dewleta Tirk çênebûye û got: “Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Surî, ti gef li Turkiyê nexwarine û ew tehdît nekiriye. Li ser vê rewşê jî, ji destpêka Şoreşa Surî heta niha, dewleta Tirk dijminatiya vê rêveberiyê dike. Hemî hêzên li dijî gelê Kurd yên weke DAIŞ, El Nusra û yên wek wan, destek kirin û berdan pêsîra gelê Rojava. Dema ew hêz serneketin, ew bi xwe kete hereketê û êriş kir. Êrişa niha ku di rojevê de ye, weke êrişa li ser Kobanê, Cerablûs û Efrînê ye.”

Dem dema seferberiyê ye

Konseya Rêveber di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk li dijî hemû destketiyên Kurdan e û got: “Li kû devera Cihanê dibe bila bibe, dewleta Tirk dixwaze deskeftên gelê Kurd ji holê rake. Weke din hemû gotin bahane ne. Ne ewlekariya dewleta Tirk ketiye tehlîkeyê ne jî vegerandina koçberan xema dewleta Tirk e. Ev hemû propagandayên derew û bê binî ne û avakirina bahaneya ne. Rastî ew e ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û êrişî Kurd û hevkarên wan dike. Niha rojavayê Kurdistanê di bin êrişek mezin de ye. Hêzên Rojava weke berxwedana Kobanê û Efrînê wê li ber xwe bidin. Divê her Kurd her Kurdistanî li kû devera Cihanê dibin bila bibin, bi ruhê seferberiyê, bi çalakî û hemû derfetên xwe li hember dewleta Tirk bibin yek, li ber xwe bidin û xwedî li rojavayê Kurdistanê derkevin. Îro roj roja berxwedanê ye. Ji berxwedanê pêve rêyeke din nîne. Banga me di sêrî de ji ciwanan re ye ji hemû gelê Kurdistanê re ye; em dibêjin dem dema seferberiyê ye, li her cih û deverî rabin ser xwe.

Ne li ser xeta dostane

KNK´ê di dawiya daxuyaniya xwe de li ser vekişandina hêzên Koalîsyonê yên li ser sînor jî ev nirxandin kir: Vekişîna hêzên kualîsyonê rê li ber êrişa dewleta Tirk vedike û biryareke exlaqî nîne. Hêzên Rojava bi hevkariya Koalîsyonê, li dijî dijminê mirovahiyê yên wek DAIŞê şerekî mezin kirin û berdelên mezin dan. Pozîsyona hêzên Koalîsyonê ya îro, ne li ser xeta dostane û hevaltiyê ye. Destpêkê hêzên Koalîsyonê û hemî hêzên Cihanî, nabe li hember vê êrişa dewleta Tirk bê deng bin û temaşeker bin. Em bang li hêzên Koalîsyonê, Netweyên Yekbûyî û cihana pêşverû dikin ku li hember van êrişan rawestin û gelên Bakur û Rojhilatê Surî tenê nehêlin. Bi vê munasebetê carek din em bang li Kurdistaniyan hemûyan dikin ku xwedî li nirxê xwe derkevin û bi her awayî li ber xwe bidin.”

 

BRUKSEL