Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, ji kesên di 27’ê Gulanê de hatin binçavkirin, ku solîstê Koma Sê Bira Erkan Benlî jî di nav de heye, 10 kesên din li dû ragirtina li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê, pêr anîn Edliya Nisêbînê.
10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlh a Nisêbînê hatin kirin û bi îdîaya “endametiya rêxistinê“ û “hewldana ji bo xerakirina hevgirtin û yekîtiya dewletê” hatin girtin.
10 kesên hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Merdînê ev in: “Firat Çîftçî, Îbrahîm Halîl Karataş, Resul Ergun, Osman Uçar, Melîs Teksan, Oktay Gul, Akar Îkbal, Erkan Benlî, Onur Yılmaz, Nurullah Akyuz.”
MÊRDÎN