Li Gundê Habis ê Sitîllê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê şivanê bi navê Îsmail Akin û keça wî ya 10 salî Elîf Akin pêr hatin înfazkirin. Kes an kesên êrîşkar gule berdan serê wan û keç û bav kuştî hatin dîtin. Îsmaîl Akin keça wî Elîf Akin piştî bi guleyan hatibûn kuştin serê wan hatibû perçekirin. Hate zanîn ku Îsmaîl Akin birayê endamê meclîsa Şaredariya Nisêbînê Suleyman Akin e. Suleyman Akin, da zanîn ku tu dijmimaniya wan û kesên din bi hevre tune bûn.
Otopsî eşkere bû
Rapora otopsiyê ya bav û keçê ya pêşîn aşkera bû. Cenazeyê keç û bav rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û ji wir jî şandin Mêrdînê. Di ruhsata defina bav û keç de sedema mirinê weke guleya çek hat nîşandan.
Pisporê Edli Tibê Dr. Îsmaîl Hakki Uysal der barê mijarê de daxuyaniyek da. Uysal diyar kir ku di laşê bav de şopên 4 guleyan heye û ji nêz ve lê xistine. Di bedana Elif Akin de jî guleyek li sînga wê ketiye guleyek jî ji nêz ve li serê wê ketiye.
Li aliyê din hat hînbûn ku rapor şandine Serdozgerê Komarê yê Nisebînê.
Malbat ji qeraqolê bi guman e
Hat hînbûn ku Qereqola Cendirmeyan a Herbê ku kurê Akin, Hogir Akin bangî wan kiribû jî bersiva neyînî daye wan. Akin da zanin ku leşkeran ji wan re gotiye 'Cenazeyên xwe hûne rabikin' û wiha pê de çû: "Piştî ku me cenazeyê rakir astsubayekê li pêy me hat û guleyên vala ji me xwest. Em ji vê bi tirs û fikar in. Em difikirin ku di vê bûyerê de tiliya wan jî hene." Malbata Îsmaîl Akin diyar kir ku li cihê ku keça wan lê hate kuştin, berê tîmên taybet lê hatibûn dîtin.
Li Kozlukê şivanek hate kuştin
Li aliyê din li navçeya Kozlukê ya Êlihê(Batman) jî şivanê bi navê Abdulselam Tan ê 23 salî ku 2 roj berê hate windakirin kuştî bi darê ve darvekirî hate dîtin.
Gelo bi destê tîmen taybet pêk tên?
Ev yekê fikara gelo dibe kuştin zêde bibe anî hiş û aqilan. Berê jî tîmêm Xençer kuştinên bi vî rengî li herêmê pêk anîbûn. Ji ber vê yekê welatiyan diyar kir ku kuştinên berê ji aliyê endamên Tîmên Xençer pêk hatibûn jî wan dixin nava fikaran. Herî dawî Tîmên Xençer di sala 2009'an de li Navçeya Elkê ya Şirnexê endamên BDP'ê Necman Olmez (35) û Ferhat Edîş (35) kuştibûn û avêtibûn çolê.
DÎHA/MÊRDÎN