Li gundê Derceme yê bajaroka Stlîlê ya navçeya Nisibînê ya Mêrdînê 2 gundiyên karên tesîsata avê dikirin rastî gulebarana leşkaran hatin. Di encama gulebaranê de Yusuf Akin ê 38 salî yê bavê 5 zarokan ê ku bi giranî birîndar bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da. Mehmet Eren (48) ê birîndar bû jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê dermankirin. Waliyê Mêrdînê Turhan Ayvaz têkildarî mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku bûyer ji aliyê leşkerên derketin operasyonê ve pêkhat.
Walî Ayvaz, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku demekî kin pevçûn derket û wiha got: “Di vê demê de kesên pişt re hatin zanîn xebatkarên tesîsatêne avê dikin û di destê wan de boruyên sêgoşe hene wekî çekên hatin hesibandin. Ji ber vê yekê leşkeran gule berdan û Yusuf Akin ji serê xwe bi giranî birîndar bû û Mehmet Eren jî ber guleyan birîndar bû.” Walî Ayvaz, anî ziman ku leşkeran bi zanebûn gule bernedan û têkildarî bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.
Hevserokê BDP’a Mêrdînê Şaban Karakaş têkildarî bûyerê der axivî. Karakaş, diyar kir ku bûyer li ser îxbara leşkeran girt pêkhat. Karakaş, anî ziman ku Yusuf Akin ji gundê Gulluyê bû û Mehmet Eren jî ji gundê Heybeliyê bû û wihga got: “Piştî pirsgirêka ceyranê ya malê çareser kirin ji malê veqetiyan. Piştî wesayît bi rê ket wesayît ji aliyê leşkerên kemîn danîn ve hate gulebarankirin. Cenazeyê Yusuf Akin ê birin Saziya Tipa Adlî ya Amedê.”
DÎHA/MÊRDÎN