Li herêma Normandiya ya Fransayê, 3’emîn Festîvala Şehîd Şervan Varto û Şehîd Ferhat Çem li dar ket. Di festîvalê de Serokê Şaredariya Magnanvîlle Mr. Mîchel Leboûs ji bo dost û wekheviyê xelat da. 12 tîmên fûtbolê beşdarî festîvalê bûn. Tîma Varto Spar bû yekemîn, FC 94 (Villeneuve saint Georges) bû duyemîn, SEAT XWES (Les Mureaux) bû seyemîn, ATLETIK AMED (Drancy) bû çaremîn. Kûpa ji aliyê hevserok, ciwan û malbatên şehîdan ve hate dayîn. Her wiha komîteya festîvalê xelatek da Serokê Şaredariya Magnanvîlle Mr. Mîchel Leboûs ji bo dostani û dilsozbûna wî.    MAGNANVÎLLE