Lê Qeymeqatiya Norşînê navê parka zarokan a bi navê “Hogir” ku ji aliyê Şaredariya BDP’ê ve hatiye çêkirin qebûl nake. Qeymeqatî bi hinceta navê “Hogir” ku tê wateya “dost”, weke navekî “îdeolojîk” bi nav kir û xwest ku tabelaya parkê were daxistin. Parka zarokan a ku li navçeya Norşînê hatibû avakirin, di 8’ê tîrmeha 2010 de ji aliyê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ve hate vekirin û navê “Hogir” li parkê hate kirin.

Hogir gunaw nedîtine!
Piştre, Qeymeqamê Norşînê Nurettîn Dayan, xwest ku tabelaya parkê ya bi navê “Hogir” were daxisitn û tabela were rakirin. Lê ev biryara navê Hogir bi piraniya dengên meclîsa navçeyê hatibû qebûlkirin û piştre ev nav li parkê hatibû kirin.
Qeymeqamtiyê ji Şaredariya Norşînê xwest ku dema navan dide şeqam, kolan, qad, park, avadanî û cihên din, divê naveke giştî ku ji aliyê civakê ve tê nasîn û temsîla tu nêrînên siyasî an jî îdeolojîk neke, bi kar bîne. Lê ev peyva “Hogir” peyvek resen a Kurdî ye û bi taybet li navçeya Norşînê bêjeyên “Heval û Hogir” pir têne bikaranîn. Ev peyva “Hogir” an jî “Heval û Hogir” di gelek stranên Kurdî yên gelêr û kevnar de hene û bi taybet jî di stranên dîlanê de hene. Ji ber wê jî şaredariyê xwest vî navî li parkê bike. Her wiha, piraniya gelê navçeyê daxwaza karanîna navê “Hogir” ji bo parkê dikin.

ANF/BEDLÎS