Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê  der barê çalakiya gerîlayan a li navçeya Norşîna Bedlîsê de jî agahî da û got; "Di 15'ê Tebaxê de di saet 21.15'an de li navçeya Norşîn a Bedlîsê li dijî Konaxê Hikûmetê û noqteya polîsan a ewlehiya wê digre ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin."
HPG'ê got; "Di encama vê çalakiyê de hedef bi awayekî bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijminê kuştî û birîndarê xwe bi embûlansan ji herêmê dûr xistiye li dijî herêma çalakiyê û derdora wê operasyonek lidarxistiye. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike."
 
Êrîşên hewayî didomin
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herêmên başûrê Kurdistanê bi balefirên şer hatine bombebarankirin û der barê êrîşa hewayî de jî ev agahî hatin dayîn; " Di 15'ê Tebaxê de di saet 23.00-24.00'an  de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qeladizê li dijî herêmên Kanî Cengê, Kortek, Şehîd Savas û Girê Hîva yê bi ser Qendîlê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin."
Di daxuyaniyê de der barê êrîşên li ser herêmên gerîlayan de jî ev agahî hatin belavkirin; "Di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Sîdekayê li dijî Çiyayê Evdilkovî û Gundê Arê yên bi ser Xakûrkê ve ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Dîsa di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 16.00-16.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Mêrgê, Hopê, Girê Xwedê û Gundê Sîrvanê bi ser Zagrosê ve ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hawan û obusan hatiye bombekirin."
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê aşkere kir ku di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 09.30-19.30'an de li navçeya Şemzînan a Colemergê li dijî Garê, Gostê, Geliyê Ava Hecîbeg ji aliyê artêşa Tirk bi hewan û obusan hatiye lidarxistin.

Gêrîlayên YJA Starê 8 saetan rê kontrol kirin
Gêrîlayên YJA Star (Yekîneyên Jinên Azad) qasî 8 saetan rêya Gever-Oremarê kontrol kirin. Gêrîlayan bi boneya 28'êmîn salvegera 15'ê Tebaxê ji gel re axivîn. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniya YJA Starê, gêrîlayên jin roja 15'ê Tebaxê ji demjimêr 12.00'an heya 20.00'an rêya di navbera Gever-Oremarê kontrol kirin. Di kontrola rê ya 8 saetan de hate aşkera kirin ku, derbarê 28'êmîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji gel re propaganda kirine.
Her HPG'ê ragihand ku di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 21.00-22.00'an de li navçeya Gevera Colemergê di navbera Taxê Qişla û Orman de ji aliyê gerîlayên rê kontrol kirine û pêngava 15'ê Tebaxê li gel pîroz kirine.

Gerîlayekî li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê askere kir ku di pevçûna di 13'ê tebaxê de li navçeya Pulemur a Dêrsimê di encama pevçûnekê de gerîlayek bi giranî birîndar bûye û tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 13'ê Tebaxê de di saet 20.00'an de li navçeya Pulemur a Dersimê li derdora Serhat Çayiri di navbera gerîlayên me û leskerên artesa dagirker a Tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me giran birîndar bûye, tevî hemû mudaxeleyan gihîştiye sahadetê. Hejmara kustî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Pistî pevçûnê ji aliyê artêsa dagirker a Tirk li dijî Kizilmescit û Kevirê Spî operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike."
Hat ragihandin ku gerîlayê jiyana xwe ji dest daye Ahmet Tekîn, bi nasnavê Firat Xelfetî ku li  Xelfetî ji dayik bûye ye. 

ANF/BEHDÎNAN