Piştî Swêdê, naskirina qirkirina Enfalê li başûrê Kurdistanê di salên 1980’yan de li hemberî Kurdan pêk hat, di rojeva Parlementoya Norwecê de ye.
Di navbera 23’yê Sibat û 6’ê Îlona 1988’ê de di dema Enfalê de zêdetirê 182 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan, tevî jin û zarokan nêzî milyonek Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn û piraniya vana di kampan de hatin bicihkirin.
Endamê Partiya Sosoyalistên Çepgir (SV) Akhtar Chaudhry ku eslê xwe Pakistanî ye, demek berê niha bi heyetekî re çûbû Başurê Kurdistanê û li vir lêkolîn kiribûn û bi hikûmeta Herêma Kurdistan re hevdîtin pêk anîbun. Akhtar Chaudhry pêşnûmeyek pêşkêşê Parlementoya Norwecê kir û roja çarşemê pirsên xwe ji Wezîrê Derve EspenBarth Eide kirin û xwest ku Enfal weke qirkirinê qebûl bikin û di raya giştî navnetewî de jî li ser mijara Kurdan bisekinin.
Ji partiyan piştgirî
Parlementerên partiyên din jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku mijara gelê Kurd pirsgirêkeke herî sereke ya Rojhilata Navîn e û dive di hevdîtin û danustandinên xwe yên bi wan hukûmetan re bînin ziman.
Hêjayê gotinê ye ku beriya niha Parlementerên Partiya Karker a Sosyal-Demokrat Shadiye Heydarî, Anna-Lena Sörensson, Arhe Hamednaca, Lars Johansson û Roza Guçlu Hedin pêşnûmeyek li ser qirkirina Enfalê pêşkêşê Parlementoya Swêdê kirin û xwestin ku Swêdê qirkirina Kurdan bi fermî binase.
ANF/OSLO