Li Nurnbergê Rojên Çanda Kurd a Rêûresmê di navbeyna 9-12’ê Gulanê de dest pê dikin. Li gel konser, pêşangeha resman, folkora û nîşandanên hunerî wê film jî werin nîşandan û panel werin lidarxistin. Rojên Çanda Kurd ku ji hêla Komeleya Çanda Kurd a Mala Gel a Medyayê ve tê amadekirin, îsal cara 9’an wê li Elmanya, li bajarê Nurnbergê yê eyaleta Bayernê pêk tê. 9 rojan didome Festîval wê 9 rojan bidome. Li gel konser, pêşangeha resman, folklor û nîşandanên hunerî wê film jî werin nîşandan û panel werin lidarxistin. Konê Reş ê Kurmanciyê jî weke koneke çandê hatiye vedan ku ji jiyana Kurdan hin aliyan nîşan dide. Ev kkon wê 4 rojan vekirî bimîne. Bi desteka Şaredariya Nurnbergê Festîval ku bi desteka Rêveberiya Çandê ya Şaredariya  Nurnbergê distîne Çarşemê saet 16.00’an bi meşa meydana Plarerê wê dest pê bike. Piştre saet 18.00’an li Komeleya Çanda Kurd a Mala Gel Medyayê jin, zarok, ciwan û koma govendê wê were ser dike û Rojên Çanda Kurd li Vîlla Leonê wê dest pê bikin. Her wiha, heman rojê piştî ku koma ‘Heval Trîo’ bi pêşegniya Hogir Goregen li muzîkê dan Yelda Ebbasî wê stranan bibêje. Roja diduyan a festîvalê filma ‘Zer’ a bi derhêneriya Kazim Oz li Film Haus K4’ê wê were nîşandan. Bi konsera Xêreo Abbas bi dawî dibe Roja sêyan jî saet 18.00’an li Vîlla Leonê bi nave “Li Rojhilata Navîn mafê mirovan, azadî û demokrasî’ wê panêlek were lidarxistin. Kerem Schamberger, Ozdal Uçer û Ahmet Nesîn wê bibin panelîst. Li gel panêlê wê koma muzîkê ya Komeleya Çanda Kurd a Mala Gel Medya jî stranan bibêje. Roja dawî ya festîvalê stranbêj Denîz Deman wê konserekê bide. Dawiya Rojên Çanda Kurd wê bi konsera Xêro Ebbas be. ANF/NURNBERG