Bi vê armancê parlamenterê serbixwe yê Herêma Federal ê başûrê Kurdistanê Karwan Salih hem tecrîta li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hem jî rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê nirxand. Saleh diyar kir ku rejîma Tirkiye bila baş bizane bi şer û kuştinê tu tişt nagihi armanca xwe û wiha dewamkir. “Rejîma Tirkiyê bila baş bizane heya niha dawiya hemu şeran pêwîsti bi diyalogê hatiye ditin, ji bo wê bi kuştin û talankirinê naçe serî divê evya ji aliyê wan ve baş bê zanin”.
Parlamenter Salih balkişand li ser serkirdeyên Kurdan yên weke Mele Mustefa Barzanî û Qazî Mihemed jî û got tecrûbeyên gelê Kurd gelek hene. Salih, da zanîn ku bi salan dijmin ji bo tunekirina serkirdeyên Kurdan xebitin Qazî Mihemed ji aliyê rejîma Îranê ve hat dardekirin û wana difirikin ku wê êdî dawî tevgera Kurdan were û Kurdan bêdeng bike, lê îro Kurd hene û li ser piyanin. Saleh mînaka Nelson Mandela da û got Nelson Mandela li zindanê bu kilîda çareseriyê û îrojî wisan derket. Saleh ji bo rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî got ew kilîda çareseriyê ye û pêwîste dewleta Tirk vêna bizane, Mandella li zindanê ji bo aştiyê xebitî û dawiyê jî bu kilîda çareseriyê, pêwîste îro Ocalan jî li zindanê bibe kilîda çareseriyê."

'Pêşketin girêdayî çareseriyê ye'
Karwan Salih balkişand ser hukumeta AKP’ê jî axivî û wiha got: "Dema AKP’e hat ser kar me hêvî dikir wê zemînek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deyne. Hêviya me zêdetir ji AKP’ê hebû, lê belê ev çênebû, AKP di demê hilbijartinan de gelek tişt gotin lê heya niha tu çareserî çênebû. Kurd li bakûrê Kurdistanêê li dijî hemû zilm û zordariyê berxwedanê dike û êdî kes nikare Kurdan qirbike.” Saleh di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya pirsgirêka Kurd li bakûrê Kurdistanêê çareser nebe, Tirkiye ne di aliyê aborî û tu aliyên din de pêşnakeve.

DÎHA/HEWLER