Di şahiyê de peyamên dij nîjadperestiyê hatin dayîn. Ligel Kurdistaniyan penaberên ji Somalî, Fîlîstîn, Îran û Emerîkaya Latîn jî tevlî şahiyê bûn. Di şahyê de reqs, muzîk û xwarinên neteweyan hatin pêşkêşkirin. Ji ciwanên PYD’ê li Norvecê Brusk Kurdo axaftinek kir. Kurdo di axaftina xwe de behsa polîtîkayên înkarê kir ku rejîma Sûriyê li ser Kurdan pêk tîne û anî ziman ku kurd bi salan bê nasname jiyane. Kurdo destnîşan kir ku li Sûriyeyê bi destpêkirina serhildanê re Kurdan li Rojava bi neteweyên cuda re şoreş pêk aniye û got: “destpêkê me bi riyên siyasî li mafê xwe geriya. Lê rejîma Esad û çeteyên DAIŞ’ê di serî de li dijî kurdan êrîşî her kesî kirin. Me Kurdan jî, bi civakên cuda yên Suryanî, Tirkmen, Ereb û yên din re parastina xwe da destpêkirin. Di axaftinan de bang li hikûmeta Norvecê hat kirin ku piştgiriyê bidin Kantonên Rojava.
OSLO