Li paytexta Franseyê Parîsê ji bo gerîlaya YJA-Star Sakîne Taş (Sara Tolhildan) merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Cangoriyên li Qereçox û Reqayê jiyana xwe ji dest dayî, li paytexta Awusturyayê Viyanayê hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê ya ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan û Tevgera Jina Kurd a Ewropa (TJK-E) ve hate organîzekirin, li Lokala NCDK ya li keviya parîsê Vîllîers Le Bel hat lidarxistin. Di bîranînê de li gel malbata Sara, bi sedan Kurdistanî û endamên SKB û ACTÎT’ê jî beşar bûn.
Bavê Şehîd Sara Tacîm Taş, birayê wê Mehmet Taş û apê wê Îsmaîl Taş axivîn û gotin: “Destpêk malbatekî tenê ya Sara hebû, niha bi hezaran malbatên wê hene. Em bi wê serbilind in. Serê hemû Kurdistanê sax be.”
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li paytexta Awusturyayê Viyanayê, ji bo cangoriyên li Qereçox û Reqayê jiyana xwe ji dest dayî li NCDK´yê civîneke bibîranînê li dar xist. Tevî xizmên şehîdên Qereçoxê Hakî Yûsûf (Hakî Bagok) û Mahmût Îbrahîm (Şoreş) ê li Reqayê jiyana xwe ji dest da, gelek Kurdistanî tevlî merasîmê bûn.
Apê Mahmût Îbrahîm got, "Têkoşîna şehîdan wê teqez bi ser bikeve."
PARÎS/VIYANA