Li paytexta Fransayê Parîsê, endamên Komîteya Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê ya Fransa (YXK-Franse) ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadkirina Ocalan, dezgeheke agahdarkirin danîn.Dezgeh li Meydana Republîqueê hat danîn, û xwendekaran bi sedan belavokên têkildarî tecrîdkirina Ocalan belav kirin.

Endamê YXK’ê Yûnûs Çîçek ku di aktiviteyê de axivî got; “Em ji bo azadiya Rêberê xwe li vir in. Pêkanînên ku ne li gorî hiqûqê ne, îro li Îmraliyê tên pêkanîn. Em azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibînin û em ê her roj çalakiyan li dar bixin. Em bang li hemû ciwanên Kurd dikin da ku heta Rêbertî azad bibe, li dijî faşîzmê bê navber çalakiyan li dar bixin.” 


 PARÎS