Di çarçoveya Festîvala Çanda Kurdî ya li Parîsê de 25´ê Nîsanê li salona navdar a konseran li Parîsê Bataclanê konserek wê bê dayîn. Yelda Ebasî, Cemîl Qocgirî, Koma Lawje û Koma Hîvron konserê didin. Ev festîvala yekê ya bi vî rengî ye li Parîsê. CDK-F (Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê) festîvalê organîze dike bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand.

Festîval wê 4´ê Nîsanê bi çalakiya li Meydana Opera a destpêkirina festîvalê û bi vedana konê Kurmancî û pêşangeha wêneyan a li Navenda Demokratîk a Kurdistanê dest pê bike û 25´ê Nîsanê bi konsera li Bataclanê bi dawî bibe. 5´ê Nîsanê pêşbirka stranên Kurdî heye. Filma Berfîn jî wê 8´ê Nîsanê li hola sînemayê ya li Gonesseê, Cinéma Jacques Prévert bê nîşandan. Li avahiya şaredariya Montreuilê şeva muzîk û govenda Kurdî 10´ê Nîsanê ye. Konserek wê 12´ê Nîsanê li Grignyê li hola Salle Sydney Bechet bê li dar xistin. Li Cinéma Le Méliès za li Montreuilê 14´ê Nîsanê filma Diyalog tê nîşandan.

Film, şano, pêşangeh

Li Vitry-Sur-Seineê 3 Cinés Robbespierre 17´ê Nîsanê filma Darên bi Tenê nîşan dide û paşê jî mêvandarê êvara muzîka Kurdî ye jî. Heman film rojekê paşê yanî 18´ê Nîsanê li Auditoriuma şaredariya bajarê mezin wê bê nîşandan.

19´ê Nîsanê li Navenda Demokratîk a Kurdistanê panelek li ser çand û hunerê Kurdan heye. Heman rojê wê pêşabgeheke şêwekariyê jî li wir li xelkê bê vekirin.Teatra Jiyana Nû jî wê lîstika xwe Bêrû 21´ê Nîsanê li Théatre du Gymnase nîşan bide.

Atolyeya koroyê ya zarokan 22´yê Nîsanê li Navenda Demoratîk a Kurdistanê heye, 23´yî Nîsanê jî li Meydana Républiqueê konê Kurmancî tê vedan û pêşangeheke xwarinên Kurdî jî wê li xelkê vekirîbe.25´ê Nîsanê jî konsera mezin a fînala festîvalê wê li Bataclanê li dar bikeve bi beşdariya Yelda Enasî, Cemîl Qoçgirî, Koma Lawje û Hîvronê. Yanî Parîs wê 3 hefteyan bi çand û hunerê Kurdî xenî bibe.

 

PARÎS