Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Fransa Parîsê bi şevekê hate pîrozkirin. Qederê hezar û pênc sed kesî tevlî şevê bûn. Piştî axaftina destpêkê, hunermend Cîhan Çelk, Jala, Marûf, Rotînda, Çetîn Zîlan, Deza Amed, Zarîfe, Ozan Comert û Bengî Agirî derketin ser dikê. Endamê Dîwana KCDK-E’yê Vedat Bîngol, nûnerên saziyên baweriyan û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan axivîn. Piştî nîşandana sînevîzyonê, girseya gel bi gerandina govendê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Li Parîsê Hezar û 500 kes