Di şeva piştgiriya bi rojnameya me re bi sedan xwendevanên me hebûn. Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken û nûnera Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê Nûbihar Mûstefa axivîn. Şev li salona Konserê ya Jacques Brel, bi rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. 

Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken jî li şevê axivî û gotinên Seyîd Riza bi bîr xistin: “me nikarîbû bi derew, dek û dolabên we, ev ji me re bû derd; lê me li ber we serî netewand bila ev jî ji we re bibe derd”.  Balûken di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rastiya komkujiya li Kurdistanê.

Nûnera Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê Nûbihar Mûstefa jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çapemeniya azad û kedkarên çapemeniyê. Mûstefa rewşa li Rojavayê Kurdistanê nirxand û li ser navê Rojava beşdar silav kir.

Di şevê de Tevgera Jinên Kurd ji bo Cizîr û Sûrê dezgeh danî û nûnerên FEDA, ACTÎT, Heyav Sor a Kurdistanê û gelek saziyan mesaj pêşkêş kirin. 


 PARÎS