
MÛRAT KÛSEYRÎDi dema çalakiyê de, heytek ji ‘Platforma Demokrasiyê ya li dijî faşîzmê’ ku ji dehan rêxistinan pêk tê, li nava parlamentê bi endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentê Anders Osterberg ê ji Partiya Sosyal Demokrat a Karker û yek ji berpirsyarên têkiliyên navneteweyî yên vê partiyê Martîn Lofberg re hevdîtin kir.
Heyetê di hevdîtinê de bal kişandin ser rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê, êrîşên li dijî HDP’ê û binpêkirina mafên mirovan vegot. Ji Swêdê hat xwestin ku girtina parlamenterên HDP’ê bi xurtî şermerzar bike û danekirinan li ser Tirkiyeyê ferz bike.
Lîsteya terorê pirsgirêk e
Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentê Anders Osterberg da xuyakirin ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê karê Tayyîp Erdogan hêsan kiriye ku rêveberiya welêt bi temamî têxe destê xwe û anî ziman, ku zêdeyî 100 hezar mirov ji karên xwe hatine avêtin û di asteke giran de mafên mirovan hatine binpêkirin.
Ostberg diyar kir, hebûna navê PKK’ê li ‘lîsteya rêxistinên terorê’ pirsgirêk e û wiha got: “Lîsteya rêxistinên terorê yên bi kêfî tên amadekirin rê li ber pirsgirêkan vedike. Em vê rewşê di nava partiyê de nîqaş dikin.”
Martîn Lofberg jî da zanîn, ku ew rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û têkiliyeke xurt bi HDP û CHP’ê re datînin.
Lofberg da zanîn, ji ber binpêkirina mafên mirovan, girtina parlamenterên HDP’ê û dûrxistina ji wezîfeyê ya hevşaredarên Kurd partiya wan gelekî bi fikar e û anî ziman, ku ji bo van endîşeyên xwe nîşan bidin ew ê delegasyonekê bişînin Tirkiyeyê.
Piştî civîna ku bi qasî saetekê dewam kir, Anders Ostberg çû nava çalakgerên li ber parlamentê û bi wan re axivî.
Osterberg li vir anî ziman, ku berê Tirkiyeyê niha ne li demokratîkbûnê ye, li dîktatoriyê ye û got, “Em naxwazin Tirkiye ji aliyê dîktatorekî ve were birêvebirin.”
Di vê navberê de Parlamentera Partiya Çep Ûlla Andersson jî, mijara girtina parlamenterên HDP’ê û nivîskar û rêveberên rojnameya Cûmhûriyetê bi pêşniyarnameyeke nivîskî xist rojeva parlamentê. Di pêşniyarnameyê de ji Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom tê pirsîn ku wê mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî yan na.
ANF/STOCKHOLM