Biehl bi weşangerî, nivîsakarî û nîgarkêşiyê radibe, û herî dawî jî wergerên bi Ingilîzî yên li ser Konfederalîzma Demokratîk çap kirin. Biehl di heman demê de berhemên Murray Bookchin ên posthomus jî weşandin. Pirtûkên wê jî hene li ser komunalîzma lîberter û sosyolojiya ekolojîk.
Di semînerê de ew hem behsa komunalîzma lîberter, hem jî fikra tevgera rizgariya gelê Kurd a Konfederalîzma Demokratîk rave bike. Di vê çarçoveyê de ew ê berê xwe bide rêxistinbûyîna siyasî, civakî û çandî ya tevgera Kurd li Tirkiyeyê.
LONDON