Parlementerê Partiya Karker Jeremy Carbyn ku demek dirêj e piştgirî dide Kurdan, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ji salên 1980’yan ve polîtîkayên Tirkiyeyê yên îşkence, girtin û zextan berdewam dikin û diyar kir ku ew piştgirî dide ku gelê Kurd bi xwe qedera xwe diyar bike. Parlementerê Tottenhamê yê Partiya Karker David Lammy diyar kir ku diyarkirina mafê qederê di pirsgirêkê de xwedî rolek diyarker e û got; “Êdî bihar nêzîk dibe. Divê Îngilîstan, DYA û welatên YE’yê bêdeng nemînin. Divê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê zestê li Tirkiyeyê bikin”.
Endama Şaredariya Londonê Jenette Arnodl jî di axaftina xwe bal kişand ser piştgiriya dewletên Rojava ya didin Tirkiyeyê û got; “Mînak, Parlementoya Ewropayê, berê zêdetir di vê mijarê de rexne dikir. Lê ev 5 sal in hema bêje bê deng e. Tenê sedek ê vê heye ew jî pere ye.”

Ji gelê Beluc piştgirî 
Tevî parlementeran, parêzer û parêzvanên mafê mirovan jî axivîn. Parêzera mafê mirovan Margaret Owen bi Kurdî got “Newroz Pîroz be” û dest bi axaftian xwe kir. Owen destnîşan kir ku DYA, Ewropa û Întilîstan li hemberî tecrîda ne hiqûqî ya li ser Ocalan û Kurdan bê deng dimîne û got “Ev yek şermdêriyek e.”
Hunerên gelê Beluç jî beşdarî resepsiyona Newrozê bûn û piştgirî dan Kurdan. Di axaftina hate kirin de hate diyarkirin ku gelek aliyên Kurdan û gelê Beluç dişibin hev û got; “Em weke gelê Beluç dibêjin ‘Newroz Pîroz be.”
Kampanyaya li Dijî Krîmînalîzekirina Civatan (CAMPACC) jî beşdar û piştgirî da Kurdan. Her wiha, der barê pîrozbahiya Newrozê ya mezin ku dê di 25’ê adarê de li Finsbury Park bê lidarxistin de agahî hate dayîn.

ANF/LONDON