Li hemberî komkujiya ku dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê pêk tîne, bêdengiyek li dar e. Ne tenê xelkên bi Kurdan re dijîn, rêxistinên qaşo xwe wek ’Kurd’ didin nasandin jî bêdeng in. Hinek jî bi daxuyanî û pratîkên xwe, piştgiriyê didin êrîşên dewletê. Ji xwe PDK’ê him bi pratîkî û him jî bi daxuyaniyên xwe, şûna xwe ya li gel hikûmeta Tirk a dijkurd aşkere kiriye. PDK’ê pêşî vekiriye ku leşkerên Tirk ji Kanî Spiyê heta Başîkayê, axa Başûr dagir bikin. Her çiqas, carinan bahsa ’serxwebûnê’ bikin jî, gavên ku bi dewleta Tirk re davêjin gişt li dijî serxwebûnê û li dijî nirxên Kurdistanî ne. 

Ji hevkariya PDK û AKP’ê him Kurd û him jî hêviyên Kurdan zirarê dibînin. Ne tenê Tevgera Azadiyê (KCK), herwiha siyasetên Başûrî û rêveberiya Rojava jî ji vê hevkariyê ne razî ne.

Li ser polîtîkayên PDK’ê çend roj berê berpirsa pêwendiyên YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed wiha gotiye; “Ez ditirsim rojekê ji xewê rabim û bibînim; Kurdistan bûye mîrnişînekê ku serokê parlamentoya wê Qeterî ye. Di kabîneya hikûmeta wê de; wezareta mafên mirovan di destê Erebîstanê de ye, wezareta dadê di destê DAÎŞ’ê de ye, wezareta samanên sirûştî di destê PDK’ê de ye, wezareta pêşmerge di destê Tirkiyê de ye û wezareta şehîdan jî di destê berpirsên berê yên rêjîma Baesî ya Iraqê de ye…” Herwiha parlamenterê berê Mehmûd Osman jî dibêje; “Tirkiye ya ku li Bakur Kurdan dikuje, li Rojava êrîşî Kurdan dike, li Başûr nabe tifaqa Kurdan.“

Divê PDK’ê vê rastiyê bibîne û rexneyên KCK’ê û siyasetên din ên Kurdistanî, ne bi helwesteke dijminanî, bi dostanî û bi hişmendiyeke Kurdî û Kurdistanî binirxîne û bibersivîne. Wê çaxê Kurd gişt dê teqez jê feydeyê bibînin...

Li gel vê yekê, kes û komên ku li rojavayê Tirkiyê dengê xwe bilind dikin jî tenê Kurd bi xwe ne. Helbet ev rewş ji Kurdan re ne xerîb e. Ji ber ku Kurd li Bakur ev çel sal e, tenê bi hêza xwe ya cewherî têdikoşîn û her destketiyên xwe bi can, xwîn û keda dehhezaran şehîdan bi dest xistine…

Siyaset û rewşenbîrên Tirk nikanin xwe ji helwesta dewletparêziyê rizgar bikin. Kesek bang li dewletê nake ku vegere ser maseya çareseriyê, mafên Kurdan nas bike û wan bi yasayî mîsoger bike. Berovajî vê yekê herkes şîretan li Kurdan dike ku xendekan dagirin, çekan deynin, rêxistinên xwe belav bikin; bê dest û pî bimînin û xwe berdin însafa dewleta ku di tunekirina nasname û vîna wan de bi israr e! Wekî yê serdestan; di hişmendiya rewşenbîriya Tirkî de jî ji bo siberojê ti şûn ji hebûn û vîna Kurdan re tune ye.

Ev bêdengî û helwesta hêla Tirk a ’dijkurd’ hêviya Kurdan a ji bo jiyaneke hevpar jî tune dike. Li hemberî zilm û hovîtiya dewletê û vê bêdengiyê, gotinên wek ’jiyana hevpar’ û ’biratî’ jî bêwate dimînin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan vê rastiyê wiha formûle dike: “Erdogan û AKP’ê dibêje; ’eger hûn hezar caran serî rakin, em ê hezar caran biperçîqînin’. Êdî vegotina ’biratiya hezar salan’ dibe sefseteyekê. Ên ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng dimînin jî hevkarê vî sûcî ne.“ Îro piraniya Kurdên Bakurî jî mîna Dûran Kalkan difikirin. Wekî ku civaknas êdî hê zêdetir tînin ser zimên; Kurd ji aliyê hestiyarî û hişmendiyê ve ji dewleta Tirk qut dibin.

Îro li kolanên bakurê Kurdistanê; li Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Gever, Sûr û Kerboranê ciwanên Kurd dîroka Kurdan a serbixwe dinivîsin û dersên serxwebûnê didin. Li hemberî zilma serdestên ku tenê ’perçiqandinê’ ji Kurdan re rewa dibînin, helwesta Kurdê azad û serbixwe nîşan didin. 

Di pêvajoyeke ewqas hesas de, divê kes û rêxistinên Kurd hêviya xelkê venemirînin, piştgirî û moralê nedin dijminê Kurdan û qe nebe, qasî zarok û ciwanên li paş xendek û barîkatan qadên xwe yên jiyanê diparêzin, serbixwe bin...