Li Frankfurt, Giessen, London, Oslo, Parîs û Marsîlyayê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên konvedan û dezgehdanînê hat protestokirin.

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê Kurdistaniyan li Haupwacheyê saet 17:00’an kon veda li gel pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û posterên Ocalan hildan. Her wiha di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

Çalakiya ku welatiyên Elman elaqeyeke mezin nîşanî da, bal hate kişandinî ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî hate kirin. Dîsa hate gotin ku heta azadiya Ocalan çalakiyên wan wê bê navber dewam bikin.

Çalakî wê her sê rojan carekê ji saet 17:00´an ta 21:00’ê dewam bike. Çalakî wê roja Şemiyê bi meşekê bi dawî bibe.

Li bajarê Elmanyayê Giessenê jî li Krueuzplatzê 7´ê Tebaxê çalakiya konvedan û agahdarkirinê dewam dike. Bi dehan Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û broşurên li ser Ocalan belav kirin. Çalakgeran xelk derbarê tecrîdkirina Ocalan de agahdar kir. Çalakî îro jî wê ji saet 15.00´an heta 18.00´an dewam bike û bi dawî bibe.

   

Londonê tecrîd şermezar kir

Çalakiyên bi daxwaza azadiya Ocalan li paytexta Ingilistanê Londonê jî hene, û divê çarçoveyê de li bakurê bajêr li Manor Houseê konê agahdarkirinê hat vedan. Xelkê bajêr jî elaqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dide. Çalakiyê 8´ê Tebaxê dest pê kir û wê heta 11´ê Tebaxê dewam bike. Kon li devê deriyê stasyona Metroyê ya bi navê Manor House hatiye vedan. Hem Kurdistanî û hem jî rêxistinên civaka sivîl diçin serdana konî. Kurdistanî dixwazin tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe.

Li Ingilistanê sendîkayên ku 6.5 milyon endamên wan hene, tesdekê didin kampanyaya Freedom for Öcalan (Ji Ocalan re Azadî).

Li Parîs û Marsîlya

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û bilindkirina daxwaza azadiya wî, çalakiya dezgehdanînê ya ku li paytexta Fransayê Parîsê destpêkirî, doh jî dewam kir. Di roja dawî ya çalakiyê de xebatkarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy û Villiers Le Belê amade bûn. Ji saet 13:30´î ta 19:00´an çalakgeran bi sedan beavok belav kirin.

Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê jî, bi heman armancê çalakî heye û li vir doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin.

Dezgeha ku wê 3 rojan danî bimîne, doh saet 16:00’an li Meydana Vieux Portê hat danîn. Li cihê çalakiyê pankata li ser nivîsandî ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statu’ hate daliqandin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin. Dîsa hate gotin ku heta agahî û azadiya Ocalan wê çalakî bidomin.

Li paytexta Norwêcê Osloyê jî bi daxwaza azadiya Ocalan, çalakiyeke konvedanê a 3 rojan doh dest pê kir. Di çalakiya li pêşiya Parlamena Norwêcê de belavok hatin belavkirin.  

 

 NAVENDA NÛÇEYAN