Serokê Parlementoya Ewropayê di hevdîtina bi Parlementera Amedê Leyla Zana re pêk anî, bang li çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê kir ku dawî li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor bikin. Komên Lîberal û Sosyal-Demokrat jî heman bang li çalakgerên Kurd kirin.
Greva birçîbûnê ya ku ji 1’ê Adarê ve ji aliyê 5 jê jin, 15 Kurdan ve li Strasbourga Franseyê hatiye destpêkirin di roja 50´ de ye. Doh ji bo greva birçîbûnê, hevdîtinên girîng pêk hatin. Parlementera Amedê Leyla Zana bi Serokê Parlementoya Ewrûpayê û hin parlementerên Ewropayê jî bi Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) re hevdîtin pêk anîn.
Di dema hevdîtinan de bi sedan Kurdistanî ji welatên cûda yên Ewrûpayê ji bo piştgiriyê çûn Strasbourgê. Çavê her kesê li benda hevdîtinên bi PE û CPT’yê re bûn.
Çalakgeran beriya daxuyaniya çapemeniyê li ber Konseya Ewropayê(KE) çalakî li dar xistin û piştre bi meşê vegeriyan cihê çalakiyê.
Ji çalakgeran Fûat Kav pêşî axaftinek kir û behsa armanca çalakiya greva birçîbûnê kir. Kav destnîşan kir ku piştgiriya ji bo greva birçîbûnê moraleke baş dide wan.

Parlamenteran berdilkên grevê li xwe kirin
Piştre Parlementerên Ewrûpayê Jurgen Jurgen Klute, Marie-Christine Vergiat û Parêzerê Nelson Mandel û Nunerê Piştgiriya Efrîkaya Başûr, ji bo Kurdistanê Esa Mûsa jî di nav de nêzîkê 20 parlementer û kesayet cûda berdilkên greva birçîbûnê li xwe kirin û hatin ber konê çalakiyê. Parlementera Amedê Leyla Zana jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bû.

Zana: Dengê bindestan nabihîzin
Zana diyar kir ku dengê kurdan û bindestan naye bihîstin. Zana destnîşan kir ku çalakger roj bi roj, saet bi saet, deqe bi deqe ber bi mirinê ve diçin û diyar kir ku eger ev zilma tê kirin bihata dîtin, ev tişt nediqewimîn. Zana xwest ku hevdîtinên di navbera PKK û dewletê de ji nû ve dest pê bikin û li ser hevdîtina ku bi Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schuz re pêk anî bû agahî da.

 PE: Bila dawî li çalakiyê bînin
 Zana diyar kir ku peyama yekemîn a Serokê Parlementoya Ewropayê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê bû û got; “Ji me re got ku ew ji greva birçîbûnê agahdar in, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî çareser bibe, tişta ji destê me bê, em ê bikin.”
Li gorî agahiyên Zana dan, Serokê PE’yê Martin Schulz ragihand ku ew piştgirî didin çalakî, bangên muzakere û diyalogan û got; “Ez ê weke Serokê PE’yê zêdetir çalak bibim”. Zana diyar kir ku Schulz gotiye; “Ez êşa we fêm dikim, lê naxwazim hin êşên din lê zêde bibin” û xwest ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe.


Klute: Çalakî gihişt armanca xwe
Parlementer PE’yê Jurgen Klute, jî bi berdilka çalakiyê ya li xwe kiribû, li ber konê çalakiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku ew ê piştgirî bidin çalakgerên greva birçîbûnê û diyar kir ku wî tevî Parlementer Marie Chiristine Vergiat bi CPT’yê re hevdîtin pêk aniye. Klute destnîşan kir ku bala CPT’yê vegeriyaye ser Tirkiyeyê û diyar kir ku eger ne ji çalakiya we bûya, ev yek nedibû. Klute destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku çalakiya we gihiştiye aranca xwe.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE) Thorbjørn Jagland jî di 13’ê nîsanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji çalakiya greva birçîbûnê “bi fikar in” û xwest çalakî bi dawî bibe.

STRASBOURG