Elmanyayê malovanî ji civîna li ser Lîbyayê re kiribû. Di serî de lîderên DYE, Rûsya, Çîn, Tirkiye, Îngilistan, Fransa û Misrê lîderên gelek welatan tevlî civînê bûbûn.

Yek ji kesên ku Serokwezîr Angela Merkel ji bo konferansê ew vexwend, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bû. Dema ku Erdogan hat Berlînê, xwepêşandake girseyî ya şermezarkirinê hate lidarxistin. Dema ku konvoya Serokkomarê Tirk nêzî avahiya Serokwezaretiyê derbas bû, jinekê duruşme gotin.

Di dîmenan de ku ji aliyê nûçegihanê ZDF’ê Andreas Kynast ve hatin kişandin, tê dîtin ku parêzvanên Tirk ji konvoya Erdogan peya dibin û êrişê dibin ser xwepêşandêrekê. Jina ku bû hedefa êrişa parêzvanên Erdogan û navê wê nehate eşkerekirin, demekê ji aliyê polîsên Elman ve hate binçavkirin.

Polîsên Elman ragihandin ku ji bo jinê ji parêzvanên Tirk biparêzin wan ji cihê bûyerê birine. Hin alîgirên rejîma Erdogan ê li Elmanyayê jî bi îdîaya “Heqaret li Serokkomarê me kiriye” giliyê aktîvîstê kirin.

 

ANF/BERLÎN