MÛRADA KENDA/ANHA/QAMIŞLO
Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a bi navê şehîd Herekol li bajarê Qamişlo li Hola Zana de bi bernameyên nû, dewam dike.
Di nava pêşangeha pirtûkan de gelek sazî û weşanxanê wekî Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê, Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê, Weşanxaneya Tekwînê, Desteya Çand û Huner, Kovara Sormayê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Yekîtiya Rewşanbirên Kobanê, Yekîtiya Rewşenbîrên Tebqayê, Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê, Weşanxaneya Zamanê, Pirtûkxaneya Rebêr Abdullah Ocalan “Neteweya Demokratîk”, Pirtûkxaneya Manîsa, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, Salih Heydo, Saziya Şopdarên Rojê, Nivîskarên Din, Komeleya Çandî ya Suryaniyan, Weşanxaneya Şilêrê, HRRK, Akademiya Civaka Demokratîk di pêşangehe de cih digrin. Di nava pêşangehê de pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî û Tirkî hatin pêşkêşkirin.
Nivîskar nekarîn, lê pirtûk hatin
Di nava pêşangeha pirtûkan de ya ku bala me dikişîne, maseya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê ye. Rewşenbirên erda ku dewleta Tirk bi hovîtiyê dagirkirî û Berxwedana gelê wê li herêma Şehbayê didome li vir berhemên xwe pêşan didin.
Ji ber rewşê nivîskarên Efrînê di nava pêşangeha pirtûkan de cih negirt. Lê maseya nivîskarên Efrînê vala nema û ruhê berhemên wan gihişt xwîneran.
Di nav berheman de; roman, helbest, lêkolîn, ziman, ferheng hene. Ew berhem bi zimanê Kurdî û Erebî hatina nivîsandin.
Hejayî bibîrxistinê ye ku ew cara yekem e ku di nava pêşangehê de maseya Efrînê cihê xwe digire. Nivîskar û rewşenbîrên maseya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê li Şehba û Efrînê dijîn. Ji ber ku derfetên hatina wan nebûn, nekarîn beşdarî pêşangehê bibin.
Cihê Efrînê xuya ye
Endamê Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê, Nerîman Evdikê li ser maseya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê disekine. Evdikê anî ziman ku xwedîderketina li maseya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê, xwedîderketina li pênûsa Efrînê ye û wiha pê de çû: “Me xwest maseya berhemên nivîskarên Efrînê vala nemîne û cihê wan jî di nav pêşangeha pirtûkan de xuya bibe.”
Nerîman Evdikê diyar kir ku hin nivîskar li Şehbayê, hin jî li nava Efrînê ne û wiha peyivî: “Nivîskar Merwan Berekat hîna jî li gundekî Efrînê ye û ji bajarê xwe dernakeve. Merwan Berekat nehat, lê pirtûkên wî gihiştin xwîneran.”
Elaqeya xwîneran pirr e
Nerîman Evdikê nêzîkatiya xwendevanan ji maseya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê re got, xwîner bi kêfxweşî nêzî maseya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê dibin û wiha dewam kir: “Xwendevan dema ku nivîsa li ser pankartê dibînin, pêşî dipirsin, ‘Gelo tu ji Efrînê yî’. Em dikarin bibêjin ku di nava pêşangeha pirtûkan de ya ku herî zêde tesîrê li xwîneran dike, maseya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê ye. Şerê Efrînê û astengiyên heyî di navbera pêşangeh û nivîskarên Efrînê de nebû asteng. Rûhê berhemên nivîskarên Efrînê gihişt xwîneran.”
Nerîman Evdikê di dawiya axaftina xwe de jî got, “Li ser maseya Efrînê, ruhê wê diyar e, em jî xwedî li wî ruhî derdikevin. Em hêvîdar in ku sala bê maseya wan firehtir bê û nivîskarên Efrînê bi xwe li ser maseyê bisekinin.”