Wezaretê îdîa kir ku komên çekdar ji bo çekên kîmyewî li hemberî sivîlan bikar bînin hewl didin bi dest bixin. Serokê Daîreya Ewlekarî û Bêkçekkirinê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mihail Ulyanov ji rojnameya Ria Novoskti ya li Rûsyayê re axivî û diyar kir ku hemû çekên kîmyewî yên divê li devreyî Sûriyeyê bên tinekirin, dibe ku heta 13'ê Nîsanê ji welêt bên derxistin.
Çekîn kîmyewî yên li Sûriyê
Mihail Ulyanov da zanîn ku rejîma Sûriyeyê di demên dawî de tunelek ber bi depoyên çekên kîmyewî hatine kolandin, ji bo dizîna madeyên kîmyewî, kifş kirine. Ulyanov diyar kir ku heta niha ji sedî 33'ê çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê hatine derxistin û destnîşan kir ku rêveberiya Sûriyeyê madeya kîmyewî ya izopropil alkolk, li nava xaka welêt ji holê rakiriye. Li gorî gotinên Ulyanov ji sedî 43 ê çekên kîmyewî yên Sûriyeyê hatine tinekirin.
Mûallîm rakirin nexweşxaneyê
Ulyanov diyar kir ku ev pêvajo bi lez dimeşe. Dihat plankirin ku hemû çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê heta dawiya Hezîranê bên tinekirin. Li aliyê din hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velîd Mûallîm li nexweşxaneya Zanîngeha Amerîka ya li paytexta Lubnan Beyrûdê tê dermankirin. Velîd Mûallîm rakirin unîteya lezgîn a nexweşxaneya zanîngehê.
MOSKOW